Heyeta BDP’ê bi Ocalan re hevdîtin pêkanî
Heyeta BDP’ê bi Ocalan re hevdîtin pêkanî
Heyeta BDP’ê bi Ocalan re hevdîtin pêkanî
Hate ragihandin ku, heyeta 3’mîn ya BDP’ê hevdîtina bi Ocalan re pêkanî û dê di demjimêr 16’an de li Atakoy Marînayê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Sêyemîn Heyeta BDP’ê ya têde Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Parlementerê BDP’ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder heyî vê sibehê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûn Îmraliyê.
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê heyeta BDP’ê hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bidawî kir û dê di demjimêr 16’an de li Atakoy Marînayê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.