Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd tavilê rabe

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya li Tirkiyeyê ye, serdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Heyeta ku ji bo rakirina tecrîdê bang li Tirkiyeyê kir got: “Çalakanên grevê gihiştine asta kirîtîk. Divê tavilê deng bê dayîna dengê wan. Dem niha ye. Ji derveyî vê dem tine . Bê ku dem bê windakirin divê bikevin nava tevgerê.”

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya li Tirkiyeyê ku ji bo çalakiyên grevên birçîbûyê yên ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin li cihê wê lêkolîn bikin, ji bo çavdêriyên xwe parve bikin li Buroya Hiqûqê ya Asrin civînek çapemeniyê lidar xist.

Ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrin Rezan Sarica, Raziye Tûrgût, Emran Emekçî heyet pêşwazî kir. Li gel heyetê Parêzera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulmen û endama PM a HDP’ê Eyeş Berktay cih girtin

RAPORA ÎMRALÎ YA SALA 2018’AN HATE PÊŞKÊŞKIRIN

Heyet bi parêzerên Ocalan re bi qasî saetekê ji çapemeniyê re girtî civînek pêk anî. Di hevdîtinê de parêzeran ‘Rapora Îmralî ya 2018’an a amdekirî pêşkêşî heyetê kir. Piştî hevdîtinê bi şûnde heyet li buroyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di civînê de li ser navê heyetê Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlanda Ogmûndûr Jonasson li gel aktivîsta mafê mirovan û aborîzana Arjantînî Beverly Ann Keene daxuyanî dan.

Di daxuyania ‘Banga lezgîn li hikûmeta Tirkiye û civaka navneteweyî’ hate kirin de ev tişt hate gotin:

“Divê tecrîda dij mafê mirovan û bê hiqûqî ya li ser Abdullah Ocalan bi lezgîn bê rakirin. Eger neyê rakirinê bi sedan kesên di grevên birçîbûnê yên li girtîgehên li Tirkiye û derve hefteyên pêşiya me de bi mirinê re rû bi rû bimînin. Îro 15’ê Sibata 2019’an e û salvegera 20’ê ya revandina Abdullah Ocalan e û greva Leyla Guven dikeve roja 100’an. Rewşa Birêz Leyla Guven û ji derveyî wê 330 çalakvanên grevên birçîbûnê her diçe asta krîtîk jî derbas dike.

Divê bang bê kirin ku Tirkiye li gorî Destûra Bingehîn a xwe û standên mafê mirovan tevger bike. Ev zext wê hikûmeta Tirkiyeyê di civaka navneteweyî de di asteke cidî de bike parçeyek ji binpêkirinên mafê mirovan û wê bike hevkarekî wê. Ji bo vê civaka navneteweyî vedixwînin ku dawî li bêdengiya xwe bînin. Bang li hikûmeta Tirkiyeyê jî dikin. Ji wan daxwaz dikin ku dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bînin û ji bo hevdîtinê aştiyê rê veke.Ji sala 2015’an û vir ve tecrîdeke giran li ser Ocalan heye û ji sala 2011’an û vir ve jî rê nayê dayîn ku parêzer hevdîtinan pêre bike. Ev jî tê wateya binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan. Tecrîda giran a li ser Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê di heman demê de nayê wateya binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropa û heman demê tê wateya li dijî Destûra Bingehîn a hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê jî. Ji ber ku Tirkiye parçeyek ji Konseya Ewropayê (KE) ye, weke endam ev hiqûq îmze kiriye.

Daxwaza hevdîtina me ya bi Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê re bê bersiv ma û ji bo wê em xemgînin. Di nameya roja 21’ê Çileyê de em fikarên xwe yên têkildarî mafên mriovan yên li Tirkiyeyê ragihandinbû. Em banga ku Konseya Ewropaî (KE) kirî nû dikin û em bang li Tirkiyeyê diin ku li gorî pêşniyarên ku CPT kirine tevbigere. Em dixwazin balê bikêşin li ser pêşnûmeya dawî ya KE ya têkildarî xirabûna mafên mirovan ên li Tirkiyeyê. Konseyê fikarên xwe diyar kiribûn û daxwaza bidawîkirina binpêkirinên mafan û pêkanîna reforman hatibû kirin.

Di dema serdanê de em bi gelek saziyan re civiyan. Em bi komeleya mafên mirovan, Baroya Amedê, sendîkayên DTK, tevgerên jinan, dayikên Aşitiyê û parêzerên Abdullah Ocalan re civiyan. Ji derveyî vêya em bi Leyla Guven re civiyan. Di hevdîtina me ya bi Leyla Guven re çalakî di roja 90’î de bû. Leyla Guven ji bo grevên birçîbûnê ji bo me wiha got. ‘Greva birçîbûnê ne şêweyê întiharê ye, ji vê zêdetir heskirina ji bo jiyanê îfade dike. Mirovê ku bi rûmeta xwe bijî heskirina îfadeyê ye’. Em dixwazin vê peyamê bihêz û mezintir bikin. Li girtîgehan zêdetirî 300 kes, li Strasboûrg, Galler û Başûrê Kurdistanê daxwazên çalakgeran yek e. Ev jî bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Ev daxwaza daxwazekî hêsan e. Ev daxwazekî wiha ye ku daxwaz dikin Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevbigere.

Pêşbaziya me ew e ku ev reşa kiritîk a li Tirkiyeyê di demeke kurt de were guhertin û ev guhertin jî girêdayî helwesta otorîteya Tirk e. Daxwaza bingehîn aşitî ye. Ji bo aşitiyekî mayînde divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din bi dawî bibe. Ji ber ku Ocalan nûnerê gelê Kurdistanê ye.

‘BERIYA KU DEM WINDA BIBE, BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’

Rewşa çalakgerên greva birçîbûnê di nuqteya kritîk de ye. Beriya demekê divê deng derxînin. Dem niha ye. Niha ti demekî din nîne. Beriya ku dem winda bikin divê bikevin nava tevgerê.”

Hetey wê çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê bike rapor. Rapora ku were amadekirin wê ji saziyên eleqedar re bişînin. Aktîvîst, ekonomîst û akademîsyena Arjantînî Beverly Ann Keene got, li her cihê ku biçinê wê agahiyan parve bikin û mirov, rewşenbîr û siyasetmedaran bêxin nava tevgerê. Ann Keene got wê di konferansa 2’ê Adarê ya li Amedê ya bi mijara Leyla Guven dest bi amadekariyên bihêz kirine.