Heyeta AGÎT ji bo hilbijartinan li Amedê ye
Desteya Çavdêriya Hilbijartinê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (AGÎT) ji bo çavdêriya li hilbijartinan hatiye herêmê bi Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli re rûnişt.
Desteya Çavdêriya Hilbijartinê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (AGÎT) ji bo çavdêriya li hilbijartinan hatiye herêmê bi Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli re rûnişt.
Cîgira Serokê Desteya Çavdêriya Hilbijartinê ya AGÎT’ê Polyna Lemoz, Pisporên Ewlehiyê Wayne Pilgrim, Ayhan Guler, Çavdêrên Demdirêj Paaavo Juhanî Pitkaenen û Mats Melîs ku ji bo çavdêrkirin pêvajoya hilbijartina 1ê Mijdarê hatine li gel Hevşaredar Firat Anli û Gultan Kişanak hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtin li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat, Alîkara Serokê Desteyê Polyna Lemoz, diyar kir ku ew ê bi ekîbeke 11 kesî ya sereta ku ji 10 welatan in li Enqereyê vê pêvajoyê bişopînin û got, ekîba pisporên demdirêj ku ji 18 kesan pêk tê jî bi ekîbên cot cot wê li deverên cihê cihê yê Tirkiyeyê vî karî pêk bînin. Lemoz, da zanîn ku despêkê ew ê çavdêriyên xwe yên hilbijartinê bi raporekê gel raya giştî parve bikin, xelk dikare ser malpera înternetê jî xwe bigihîne vê raporê û got, rojek piştî hilbijartinê jî ew ê rapora xwe ya dawîn bi raya giştî re parve bikin.
Hevşaredar Gultan Kişanak jî kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û behsa qedexeya derketina derve ya li Farqînê ku 5 rojan kêşa kir û metirsîya xwe anî ziman. Kişanak, ji bo desteya AGÎT’ê ku wê di dema hilbijartinan de bixebite daxwaza serkeftinê kir, pê re Hevşaredar Anli axivî û bal kişand ku demeke dijwar tê re derbas dibin. Anli, bi bîr xist ku vê demê mafê jiyanê tê pêşil kirin û got, “Ev deste hilbijartinê wê li dereke zor bixebite. Lê avantajeke wan a wiha jî heye; li vê derê saziyên civaka sivîl, sendîka, saziyên mafên mirovan û rêxistinên jinan gelekî xurt in.”
Anli da zanîn ku 7'ê Hezîranê hilbijartineke gelekî paqij pêk hat û got, mixabin hinek bi encama hilbijartinê razî nebûn û hilbijartin tê dubarekirin.