Heyeta Îmraliyê wê 17'ê Çileyê daxuyaniyê bide
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê têkildarî serdan û hevdîtinên bi partiyên siyasî re kir di 17'ê Çileyê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê têkildarî serdan û hevdîtinên bi partiyên siyasî re kir di 17'ê Çileyê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.
Ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan 28'ê Kanûnê bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, piştî hevdîtinê serdana partiyên siyasî kirin.
Heyeta Îmraliyê wê têkildarî van serdan û hevdîtinan di 17'ê Çileyê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.