Heyeta Îmraliyê ji bo dîtina Ocalan serlêdan kir
Endamên Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li wezaretê dan. Heyet wê sibe li Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê.
Endamên Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li wezaretê dan. Heyet wê sibe li Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê.
Tecrîda giran û nûçeyên vê dawiyê yên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin weşandin, di nava civakê de rê li ber nerazîbûn û hêrseke mezin vekiriye.
Ji Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan, parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Ceylan Bagriyanik, heman piştî îdîayên li ser rewşa tenduristiya Ocalan serî li Wezareta Edaletê dan, ji bo biçin Girava Îmraliyê û Ocalan bibînin. Hê bersiv ji serlêdanê re nehatiye dayin.
Endamên heyetê, wê sibe li Stenbolê li ser mijarê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştibû.