Hewldana Roboskî: 444 hefte ne hiqûq nîne

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî diyar kir, ku di Komkujiya Roboskî de hiqûqa cezakirinê bi cih nayê anîn, lewma ev yek dibe sedema rûdana komkujiyên nû.

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî, di meha 102'an a Komkujiya Roboskî de ku 19 jê zarok 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, li Şaxê Enqereyê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek da.

Endamê hewldanê Tanjû Gunduzalp got, "Mixabin di nava 444 hefteyan de ne ji aliyê cezakirinê ve, ne ji aliyê rûbirûbûnê ve ne jî ji aliyê edalet û hiqûqê ve gaveke erênî nehatiye avêtin."

Gunduzalp got, "Ev sîstema mêtingerî û şer divê êdî raweste" û diyar kir, "Divê welatên dinyayê dev ji lêçûnên ji bo polîtîkayên şer û ewlekariyê berdin, hewl bidin jiyaneke mirovane, xwezayî, bêşer, bêmêtingeriyê, jiyaneke wekhev biafirînin."

'BÊCEZAHIŞTIN DIBE SEDEMA KOMKUJIYÊN NÛ'

Gunduzalp destnîşan kir ku li vê xaka ku bêcezahiştin serdest e, hîn jî kiryar nehatine darizandin û diyar kir ku ev yek jî dibe sedem ku komkujiyên nû bên kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, heta ku yên biryara komkujiya li Roboskiyê dane neyên cezakirin, heta ku hesabê wê neyê dayin, sîstemeke wekhev nayê avakirin.