Hewldana Mereşê wê li Strasboûrgê meş û mîtîngekê li dar bixe

Hewldana Mereşê wê di salvegera 40. a komkujiya Mereşê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiyeke girseyî li dar bixe û bang li Neteweyên Yekbûyî, Konsey û Yekîtiya Ewropayê bike ku bi erka xwe rabin.

Hewldana Mereşê li ser çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Divê komkujiya Mereşê li dîroka mirovahiyê bê nivîsandin û berpirsyar hesab bidin."

Hewldana Mereşê wê 16'ê Kanûnê bi dirûşma "Ji Mereşê heta Roboskî ji bîr neke û nehêle bê jibîrkirin" meş û mîtîngekê li dar bixe û bang li Yekîtiya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî bike ku bi erka xwe rabin.

Girseya gel wê roja Şemiyê li Place de la Boûrseyê li hev bicive û ber bi avahiya Konseya Ewropayê ve bimeşe. Li ber Konseya Ewropayê jî wê mîtîngek bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku komkujiya Mereşê di navbera 19-26'ê Kanûna 1978'an de hatiye kirin û dewleta Tirk bi rêya vê komkujiyê xwestiye civaka Kurd a Elewî bike Tirk û Îslamî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanc ji vê yekê jî xalîkirina olî û etnîkî ye û hat got, li Mereşê heta sala 1922'an nifûseke girîng a Xiristiyanan ku piraniya wan Ermenî bûn, hebû.

Hewldana Mereşê da zanîn ku bi Qirkirina Ermeniyan re civaka Xiristiyan a li Mereşê ji holê hate rakirin û wiha dewam kir: "Piştre jî xwestin ji Kurdên Elewî xilas bibin. Armanca komkujiya ku sala 1978'an hate kirin ev bû. Cenazeyên hin ji kesên di komkujiyê de hatin kuştin, îro jî nehatine dîtin. Berpirsyar nehatine girtin û nehatine darizandin. Di serî de malê mexdûran hemû hebûn û sermayeya mexdûrên komkujiyê ji aliyê kujeran ve hatine desteserkirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewletê der barê mijarê de hewldaneke hiqûqî nedaye destpêkirin û hat gotin, "Jİ ber vê yekê em vê bangê li Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî dikin:

- Ji bo lêkolînkirina komkujiya Mereşê, komîsyoneke lêkolînê were avakirin

- Cesedên mirovên hatine kuştin bên dîtin

- Kesên ku komkujî kirine û yên fermana komkujiyê dane, bên eşkerekirin

- Mal û milkên hatine desteserkirin radestî xwediyê wan bê kirin

- Polîtîkayên komkujer ên dewleta Tirk ku li dijî cihêrengiyên olî û etnîkî tên meşandin, werin mehkûmkirin."