Hevserokên KCD dê li Strasbourgê hinek hevdîtinan bikin

Hevserokên KCD dê li Strasbourgê hinek hevdîtinan bikin

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk û Ahmet Turk dê di heftiya pêşiya me de tevlî lijneya giştî ya Parlementoya Ewropayê ya li Strasbourgê ku dê rapora Tirkiyeyê bê nîqaş kirin bibin û hinek hevdîtinan bikin.

Li bajarê Strasbourg yê Fransayê roja 17’ê Nîsanê di demjimêr 17.00’an de li Parlementoya Ewropayê Rapora Pêşketina Tirkiyeyê li lijneya giştî ya parlementoyê bê nîqaş kirin. Dê di roja Pêncşemê jî pêşkêşî deng danê bikin.

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, dê tevlî lijneya giştî ya ku rapora Tirkiyeyê bê nîqaş kirin bibin û dê li vir hinek hevdîtinan pêk bînin.

Tûglûk û Tirk ku dê 17’ê Nîsanê roja Çarşemê di demjimêr 15.00’an de civînek ya çapemeniyê li darxînin, weke din jî dê bi komên siyasî yên di Parlementoya Ewropayê de û saziyê Yeketiya Ewropayê re hevdîtinan pêkbînin.