Hevserokên HDP’î hatin girtin
Hevserokên HDP’ê yên Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel hatin girtin.
Hevserokên HDP’ê yên Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel hatin girtin.
Polîsan duh li Mûşê avêtin ser gelek malan û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mûşê Ferhat Çaki, Muhlise Karaguzel û rêveber Kudbettin Çelik destgîrkiribûn. 3 kesên duh hatin destgîrkirin îro sewqî dozgeriyêkirin.
Kudbettin Çelik piştî îfade da dozger serbest hat berdan. Hevserokên HDP'ê Çaki û Karaguzel jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeha Sulh Ceza kirin. Heyeta dadgehê jî piştî îfadeya Çaki û Karaguzel guhdar kir, biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Mûşê.
Polîsan duh bi ser avahiya HDP'ê ya Mûşê de jî girtibûn. Lêgerîna li avahiya HDP'ê 8 saetan berdewam kiribûm.