Hevserokên HDP'ê ji bo Demîrtaş bang li dadgeriyê kirin

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî gotin, ew biryara dadgeriyê ya ku Demîrtaş bernedaye qebûl nakin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî beriya danasîna namzetên partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevserokan nerazîbûn nîşanî dadgeriya Tirk dan ku namzetê wan ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bernedaye.

BÛLDAN: EM QEBÛL NAKIN, EM Ê LI BER RABIN

Bûldan got, "Dixwazim bêjim ku em biryara ku der barê Demîrtaş de hatiye dayin bi ti awayî qebûl nakin. Demîrtaş jî ji bo karibe mîna namzetên din ên Serokkomariyê bi rengekî wekhev kampanya hilbijartinê bike, divê tavilê bê berdan."

Bûldan diyar kir ku wê îro li dijî biryara dadgehê îtiraz bikin û got, "Eger heman biryarê dîsa bidin, em ê hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin. Heta Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê em ê vê pêvajoyê bişopînin."

TEMELLÎ: GELEK TIŞT WÊ BIGUHERIN

Temellî destnîşan kir ku heta wesayeta li ser dadgeriyê ranebe nepêkane ku edalet li vî welatî bi cih bibe û got, "Bendewariya me ji dadgeheke payebilindtir ew e ku vê biryarê sererast bike û Demîrtaş berde."

Temellî bang li dadgeran kir û got, "Piştî 24'ê Hezîranê wê gelek tişt li vî welatî biguhere. Werin hûn jî di mijara serxwebûna dadgeriyê de tevkariyê li vê guhertinê bikin. Bi rengekî ne qanûnî biryaran nedin. Hûn jî bi wêrek tevbigerin."