Hevserokên HDP’ê: Ev qêrîna ‘Êdî Bes e’ ye!

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî piştî hilbijartina 31’ê Adarê û şûnde daxuyaniyek nivîskî da û got: “31’ê Adarê qîrîna ‘Êdî Bes e’ ya gelê me ya li dijî rejîma yek mêriyê ye.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Bûldan û Temellî de hate gotin ku di hilbijartina xwecihî de HDP bi ser ketiye, bal kişand ku bi hev re rûpelek nû vekirine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Me hilbijartina li pey xwe hişt. Zextên li ser partiya me di asta herî jor de bû, rêveber, endam, mirovên me ên dil dane partiya me hatin destgîrkirin û hatin girtin. Dîsa ambartoya çapemeniyê ya ku di dîrokê de nehatibû dîtin li ser me hate kirin û tevî vê jî partiya me bi ser ket.

Bi vê yekê vîna gel a li dijî polîtîkayên qeyûman hatin nîşandan, li aliyê din jî îtifaqa AKP-MHP’ê hate windkirin. Ev bi vekirî encama em ê bi hev re rûpelek nû vekir.

Em spasiyên xwe pêşkêşî her kesê dikin ku tevî hemû êrîşên desthilata AKP-MHP’ê gav bi şûnde nevavêtî dikin. Dîsa spasiyên xwe di serî de pêşkêşî parlementer, rêveber, endam, şêwirmendên partiya me, dîsa namzetên şaredariyê, meclîsên şaredarî û endamên meclîsan û her kesê dikin.

LI SER CIHÊN HATINE WINDAKIRIN WÊ DAXUYANÎ BÊN DAYÎN

Her wiha li hinek cihan partiya me winda kir. Di demeke kin de cihên ku me windakirine wê nirxandin bê kirin û kêmanî û şaştiyên heyî bên tesbîtkirin û daxuyaniya pêwîst wê bê dayîn. Bila gomana kesê ji vê tine be. Rexnedayîn yek ji têgezên me yên bingehîne. Vîna ku gelê me dayî heta dawî em ê biparêzin, dersê ji kêmanî û qelsiyên xwe derbixin û bi hev re bajarên xwe bi rê ve bibin.

HDP ROLEKÎ DÎROKÎ LEYÎST

Niha ya baş û li gorî me bi hêzên demokrasiyê re dema nivîsandina çîroka têkoşînê ye. Îro gelê me li dijî zext û desthilatdariya otorîter destkeftî bidestxist û ji ber serketina siyasî em bi partiya xwe serbilind in. HDP û gelê me di hilbijartinê de rolekî dîrokî leyîst.

EM PÎROZ DIKIN

Em bi rêzdarî hilbijêr, hemû endam û hemû pêkhateyên civakê ku sûd dane vê têkoşîna hevpar silav dikin. Em hevalên xwe yên ku ne rawestiyan û kar kirin pîroz dikin.

WÊ ÊDÎ KEDA HDP’YIYAN NEYÊ ÎNKAR KIRIN

Di her encamên ku hatine bidestxistin de, di her şaredariya ku ji AKP’ê hatî stendin de wê keda HDP’yiyan neyê înkar kirin û ev ked wê ti caran vala neçe.

QÎRÎNA ‘ÊDÎ BES E’ YE

31’ê Adarê qîrîna ‘Êdî Bes e’ Ya gelê me ya li dijî rejîma yek mêriyê ye. Ev encam nabe malê partî û kesekê. Rêya me vekirî be. Hêviya me, cesaret û keda me gelek bin. Ji we hemûyan re qewet be.”