Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Ugur hat binçavkirin!

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Ugur hat binçavkirin!

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê piştî ji nexweşxaneya lê tedawî didît derket hat binçavkirin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Cavît Ugur ê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat xwestin ku bê revandin û di aloziya ku rû dabû de birîndar bibû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Ege hat dermankirin. Ugur, dema ji nexweşxaneyê derket û bi otomobîla xwe diçû malê demekê hat şopandin. Li devera ku jêre dibêjin, Pazar Yerî pêşiya wî ji aliyê 3 wesayîtên sivîl û wesayîteke fermî  hat birîn û hat binçavkirin.