Hevserokê Navçeya Esenyûrtê yê HDP’ê Ercan Saglam hate girtin

Hevserokê Navçeya Esenyûrtê yê HDP’ê Ercan Saglam, bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ber avahiya navçeyê, hate girtin, Hevserok Dîlan Kiliç jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Hevserokên Navçeya Esenyûrtê Ercan Saglam û Dîlan Kiliç, bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ber avahiya Rêxistina Navçeya Esenyûrt a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn destgîrkirin. Piştî pêvajoya 6 rojan destgîrkirinê îro Saglam û Kiliç anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.

Ji hevserokên ku piştî îfadegirtina dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirîn Ercan Saglam hate girtin, Dîlan Kiliç jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.