Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk diçe DYE
Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk diçe DYE
Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk diçe DYE
Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk, ji bo vegotina pêvajoya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd, îro diçe Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE). Turk wê di Alîkarê Hevserokên BDP'ê Nazmî Gur re, li Emerîkayê bi derdorên hukûmetê, senator, rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevanan re bê cem hev û der heqê pêvajoya çareseriyê de nêrinan parve bike.
Der heqê danûstandinan de Alîkarê Hevserokên BDP'ê Nazmî Gur daxuyaniyek da û diyar kir, ku hevdîtinên wan wê heta 24'ê Gulanê dewam bike û bi giranî li Washingtonê pêk were.