Hevserokê HDP'ê yê Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da

Hevserokê HDP'ê yê Tekîrdagê Salîm Gumuş, di qezayeke trafîkê de mir. 

Hevserokê HDP'ê yê Tekirdagê Salîm Gumuş (36) di qezayeke tarfîkê de, ya li navçeya Çorlûyê de mir. Qeza nîvê şevê li ser Kolana Omûrlûk a Çorlûyê pêk hat. Piştî Hevserokê HDP'ê yê Tekirdagê Salîm Gumuş kafeya xwe girt û bi wesayîta xwe ya bi plakeya 59 FK 462 ber bi malê ve diçû, li xaçerêya Lîseya Pîşeyî ya Keçan kontrola wesayîtê ji dest Gumuş derket  û wesayît qulopanî bû. Kesên ku qezayê dîtin xeber dan ekîpmanên tenduristiyê û îtfaiyeyê. 

Ekîpmanên tenduristiyê Gumuş rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Çorlûyê. Lê belê li gel hemû mudaxileyan jî Gumuş nehat xelaskirin. Der barê qezayê de lêpirsîn hate destpêkirin. 

Cenazeyê Gumuş li Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê ye û wê sibê li Goristana Kocasînan a navçeya Yenîbosna ya Stenbolê bê veşartin.