Hevserokê DBP’ê yê Giştî Bayindir ji girtîgehê derket

Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir, di rûniştina pêşîn de ku hat darizandin, hat berdan. Bayindir ku li ber deriyê derve yê girtîgehê axivî, got: “Divê em pêşeroja gelê xwe kar bikin’’ û bang ji bo têkoşînê kir.“

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, di rûniştina pêşîn a dozê de hat berdan. Keskîn, li ber deriyê Girtîgeha Amedê ya bi Ewlehiya Bilind bi girseyî hat pêşwazîkirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevserokê  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettin Altûn, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, endam û rêveberên DBP'ê, HDP'ê û saziyên sivîl Bayindir pêşwazî kir.

ZILM Û ZORDARIYA LI GIRTÎGEHÊ DE

Bayindir gava ji girtîgehê derket li wir axivî û wiha got: "Hûn tev bi xêr hatine, li ser seran û serçavan hatine. Ev piştgirî, ne tenê ji bo me, ji bo partiya me hemûyan e. Li hember zilm û zordariyê em ê her tim li ber xwe bidin. Em ê li tekoşîna xwe ya ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê her tim dewam bikin. Hemû hevalên girtî silav li we dikirin. Newroza we hemûyan piroz dikim. Di girtîgehê de standina bêhnê jî bi têkoşînê ye. Zilm û zordarî di girtîgehê de heye. Lewma hêviya hevalan ji gelê me, ji we û hevrêyên me heye. Pêvajoyeke giring li pêşiya me ye. Baweriya me ew e ku wê tifaqa me Tifaqa Ked û Azadiyê bi ser bikeve. Ji ber vê yekê pêwist e em li gund, tax û malan, li kû dera ku lê bin, serkeftineke mezin bi dest bixin. Em ê siberoja gelê xwe, siberoja xwe û azadiya xwe bi dest bixin. ‘’