Hevserok û endamên Halkevlerî di greva birçîbûnê de ne

Hevseroka Giştî ya Halkevlerî Dilşat Aktaş jî di nav de 8 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin. Derket holê ku xwê û şekir nadin kesên di greva birçîbûnê de ne.

Li Enqereyê di 22’ê Sibatê de Hevseroka Giştî ya Halkevlerî Dilşat Aktaş jî di nav de 11 endamên Halkevlerî ji ber daxuyaniyên li ser dagirkeriya li ser Efrînê hatibûn binçavkirin.

Sekreterê Hiqûqê yê Halkevlerî Sercan Aran diyar kir ku 8 kesên di binçavan de dest bi greva birçîbûnê kirine. Aran diyar kir ku roja pêşîn tenê lître û nîvek av dane wan û xwê û şekir nedane kesên di binçavan de. Aran diyar kir, dema wan xwestine şekir û xwê bibin ji muwekîlên xwe re, emniyetê gotiye ‘Fermaneke nû heye’ û şekir û xwê qebûl nekiriye. Aran got, roja Çarşem an jî Pencşemê ew ê wan derxînin pêşberî dozger.

Daxuyaniya Halkevlerî ya bi navê ‘Şerê li ser Efrînê, şerê avakirina dîktatoriyê ye’, ‘Ji bo ku Erdogan bibe dîktator, em ê dev ji mafê xwe yê tendirustiyê bernedin’, ji bo lêpirsînê bûbûn hincet.

KESÊN DI BINÇAVAN DE

Hevserokê Giştî ya Halkevlerî Dilşat Aktaş, endamên Halkevlerî Alî Îmam Aydogan, Eren Çetîntaş, Gulşah Ozturk, Sedat Çakmak, Fûrkan Bîrcan, Necla Dûran, Dûrak Soyaslan û Tankût Serttaş, Meziyet Yildiz û Eylem Esen Arabaci yên ji Kolektîfên Xwendekaran.