Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn û Hevşaredara Colemêgê Dîlek Hatîpoglû yên hefteya bihurî hatin girtin, danê sibehê ji Girtîgeha Tîpa m ya Wanê hatin wergirtin û sewqî Girtîgeha Ragirtina Jinan a Girtî ya Enqereyê hatin kirin.
Parêzer Umît Dede yê ku ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re çû girtîgehê, pê hesiya ku hatine sewqkirin. Parêzer Dede got, "Ev biryar ne rast e. Girtiyên hikum li wan nehatiye birîn, divê li girtîgeheke nêzî herêma lê tên darizandin, bên ragirtin. Hevşaredarên Sûr û Farqînê sirgûnî Enqereyê hatin kirin. Ji me re gotin ku sewq bi hinceta ewlekariyê hatiye kirin. Lê belê pirsgirêkek bi vî rengî nîne. Ev sewq rewşek bi taybetî li hemberî Serokan tên kirin e. Girtina wan û şandina ji bo Enqereyê, pêkanîneke taybet e."