Hevşaredarê Bismilê Sari hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevşaredarê Bismilê Resûl Sari tevî 2 bira û kurê xwe hat binçavkirin.

Gelek polîs û leşkeran serê sibê bi ser mala Hevşaredarê Bismilê Resûl Sari ya li Gundê Çoltepe de girtin.
Polîs û leşkeran di serdegirtina malê de li gov, kadîn û hemû beşên malê lêgerîn kirin. Polîsan bi ser mala dayika Sari de jî girtin.
Polîs û leşkerên bi ser mala Sari de girtin, di heman demê de derdora Gundê Çoltepê jî dorpêç kirin. Polîsan piştî serdegirtinê Hevşaredarê Bismilê Resul Sari, birayên wî Emin Sari, Recep Sari û kurê wî Ozan Sari binçav kirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Sedema binçavkirina Hevşaredar birayên wî û kurê nehat fêmkirin. Polîsan di serdegirtinê de 4 saeten lêgerînek pir dijwar pêk anîn.