Hevgirtina Ciwanên Êzidî ji bo meşa dirêj bang kir

Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ) bang li hemû ciwanên Êzidî kir ku divê ew xwedî li ol, ax û çand û Şengalê derkevin. Hevgirtinê bang li ciwanan kir ku tevlî meşa 17-18'ê Tîrmehê ya navbera bajarên Celle û Hannoverê kir.

Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ) banga xwedîlêderketina ax, çand, ola Êzidî û Şengalê kir.

Di daxuyaniya HCÊ de ev tişt hate diyarkirin:

“Werin em bi hev re ji dewletên Ewropayê re nîşan bikin ku em van êrîşên li ser Şengalê qebûl nakin. Karê herî kêm em bikaribin ji bo welat, ol û çanda xwe bikin ev e ku em tevlî meş û çalakiyan bibin. Xwedîderketina li Şengalê xwedîderketina li ol û çanda me ye. Em mecbûr in dengê xwe rakin û rabin ser piya û mafê xwe ji dewletên Ewropayê bixwazin. Em nîşan bidin ku em vê qirkirinê li hemberî Şengalê qebûl nakin. Em alîkariyê bidin malbatê Şengalî yên ku vedigerin welatê xwe. Em hêz bidin mirovên xwe. Hêza herî mezin ji ciwanan tê ji ber ku ciwan siberoja me ne. Em siberoja civaka xwe ne. Ji bo em bibin bersiv li dijî dewleta Tirk a dagirker em xwe bikin yek û tu carî hêviya xwe winda nekin. Hêvî tiştekî pir mezin e, hêvî hêz dide, hêvî bi ciwanan tê destpêkirin. Em vîna xwe û berxwedana xwe bikin yek deng û yek hêz, em ê bi ser kevin. Em nehêlin dewleta Tirk a dagirker bigihêje armanca xwe. Serî hilde ji bo ola xwe! Serî hilde ji bo çanda xwe! Serî hilde ji bo welatê xwe!

Em Hevgirtina Ciwanên Êzîdî bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî meşa dirêj bibin û em vê meşê bi dilekî xurt, şoreşgerî û serkeftî derbas bikin.”