Hevdîtina siyasetmedarên Ewropî ya bi Demîrtaş re hate astengkirin

Hevdîtina heyeta ji siyasetmendarên Ewropa pêk dihat ya bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê re hate astengkirin.

Heyeta ku ji nûnerên partiyên siyasî yên Swêd, Danimarka, Norveç û Finlandiya pêk tê bi armanca bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP’ê Abdullah Zeydan re hevdîtin bikin hatin Edîrnê. Li nêzî Girtîgeha Edîrneyê tedbîrên awarte hatin girtin. Rayedarên leşkerî diyar kirin ku wê destûr nedin ku bi parlamenterên girtî re hevdîtin bikin.

Heyeta Ewropa û rêveberên HDP’ê yên ku hevdîtina wan hate astengkirin bertek nîşan dan, li pêşiya girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê dan:

Seroka Partiya Çep a Swîsreyê Parlementer Jonas Sjostedt: Em ji 4 welatên Bakur, nûnerên 4 partiyan îro hatine Selahattîn Demîrtaş û duh jî me xwest Fîgen Yuksekdag ziyaret bikin. Lê mixabin hatîn astengkirin. HDP patiya biratiya me ye, partiya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye.

Seroka Partiya Îtifaqa Çep a Fînlandiyayê û Parlementer Lî Anderson: Îro ji bo em piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re bidin nîşandan li vir in. Her yek ji me li ser navê welatê xwe, ji bo bi lezgîn parlementer bên berdan di nava tevgerê de ne. Tenê ji ber mafê derbirînê kirîmînalîzekirina bi vî awayî nayê qebûl kirin. Têkildarî mijar mafê mirovan a li Tirkiyeyê fikar û metirsiyên welatên Bakûr ên cidî hene. Fikarên li ser çapememeniya azad û li ser mafê polîtîkayê heye. Bi taybet fikarên cidî û metirsîda di aliyê herêmên gelê Kurd lê dijîn de û îxlalên mafê mirovan hene.

Serokê Partiya Sosyalîs a Nowecê Aûdûn Lysbakken: Em niha ji ber nedîtina hempîşeyên xwe di nava xemgîniyê de ne. Em bi hêvî bûn ku hevdîtinê pêk bînin. Bi taybet di aliyê îxlalên mafê mirovan de bi fikar in. Hempişeyên me ji ber ku mafê derbirînê bikar anîne , tevî ku nûnertiya gelekê dikin jî lê, hê jî girtine. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji bo vê em dinava piştgiriyê dene. Li ser nerêdayîna hevdîtinê binî xet dikin. Em ê vê yekê li welatê xwe bînin ziman. Divê bi lezgîn hemû parlementerên hatine girtin bên berdan.

Berdevka Partiya Îtifaqa Kesk-Sor a Danîmarkayê Pernîlle Skîpper: Ev ji bo me, ji bo welatên Bakur ne tenê pirsgirêka siyaset Tirkiyeyê ye, ev pirsgirêkeke ya Ewropayê ye. Pirsgirêkeke ya têkoşîna mafê mirovatiyê ye. Dema ku em vegeriyan welatê ji bo parlementerên HDP’ê bi lezgîn bên berdan hem li Wezareta Karê Hundir û li Parlementoyê zextê bikin û hevdînên xwe bidomînin. Em ê ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz bikin ku heta ku Tirkiye îxlalên mafê mirovan bi dawî bike, hevdîtinê ku endamtiya wê bide rawestandin berdewam bikin.

Alîkara Hevseroka Giştî Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk: Me derfet dît ku em bi hevserokê xwe yê bajêr Dogan Ebas û Hevserokê Giştî yê xwe Demîrtaş û Parlemeterê Colemêrgê Zeydan re hevdîtin kir. Silav û rêzên xwe ji bo heyetê pêşkêş kirin. Diyar kirin ku girtina wan ne meşûrye, di nava şert û mercên heyî de bê hiqûhî û derveyî distûrê ne. Daxwaz kirin ku ev hewldan bê dewam kirin.

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerstecîoglû: Di dîroka Tirkiyeyê de nuqteyekî din a reş hate zêdekirin. Vî welatî, serokwezîrê xwe darve kir, parlementer xwe darve kir, parlementerên xwe girtin û hê jî ev rewşa darberyê didome. Em bi heyetên ji bajarên cuda cuda hatin re hatine ku Demîrtaş û Zeydan ziyaret bikin. Lê mixabin li vir cudkariyekî mezin tê kirin. Tevî ku ji berê ve me serlêdana hevdîtinê kiribû jî heyeta ku ji Ewopayê hatiye rê nehatdayîn ku Hevserokê me yê Giştî û parlementeran bibînin. Pêkanînên kêfî yên Wezareta Edaletê ye. Têkildarî vê wê xebatên me yên qanûnî hebin. Tecrîd dewam dike. Ev sûcekî yê mirovatiyê ye. Nêzîkatiyekî derveytî hemû yasayên navneteweyî ye.

YÊN KU DI HEYETÊ DE CIH GIRTINE

Navên kesên ku di nava heyetê de cih digiritin û dixwestin Demîrtaş ziyaret bikin wiha ne:

Serok Partiya Çep a Swêd û Parlamnenter Jonas Sjostedt, Seroka Partiya Çep a Swêd Lotta Johnsson Fornarve, Berdevka Partiya Îtîfaka Kesk - Sor a Danimarka û parlamenter Pernîlle Skîpper, Endamê Komîsyona Karên Derve yê Partiya Kesk -Sor a Danimarka Anne Rehder, Seroka Partiya îtîfaqa Çep a Fînlandiya û Parlamenter Lî Andersson, Sekreterê Giştî yê Partiya Îtîfaqa Çep a Fînlandiya Mîa Haglûnd, Serokê Partiya Sosyalîst a Çep ê Norweçê û parlamenter Aûdûn Lysbakken û Norveç Sosyalîst Sol Sîrî Gjort.”