Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina heftane ya asayî pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê serlêdan bi hinceta “keştî xirabey” hate asteng kirin.
Ji Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Huseyîn Bogatekîn ji bo hevdîtina heftane ya asayî ya bi muwekîlê xwe Ocalan re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, serlêdan careke din hate asteng kirin. Îdareya Girtîgeha Îmraliyê daxwaza parêzeran nirxand û bi hinceta ku keştiya Tûzla ya parêzeran bibe Girava Îmralî “xirabeye” hevdîtin asteng kir.
Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve yanî 547 roje ji bo hevdîtina bi muwekîlê xw re 153 care serlêdana hevdîtinê dikin, lê belê bi hincetên weke “keştî xirabeye”, “muxalefeta hewayê”, “keştî di tehmîrê de ye” û “ keştî ji tehmîrê hat lê belge kêmin” yanî bi hincetên weke “betlana fermî” têne asteng kirin.