Hevdîtin bi hinceta 'keştî xerabe ye!' hat astengkirin
Hevdîtin bi hinceta 'keştî xerabe ye!' hat astengkirin
Hevdîtin bi hinceta 'keştî xerabe ye!' hat astengkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê dan û bi hinceta keştî xerabe ye hevdîtin hat astengkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Vê hefteyê jî bi hinceta 'keştî xerabe ye' hevdîtin hat astengkirin.
Hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên wekî; 'keştî xerabe ye', 'muxalefeta hewayê', 'keştî di tamîrê de ye', 'betlaneya fermî', û hwd. tên astengkirin.