Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû hate destgîrkirin

Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû di çarçoveya lêpirsîneke li Amedê hate destgîrkirin.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.

Şenoglû di çarçoveya lêpirsîneke li Amedê hate destgîrkirin û ew birin Emniyeta Stenbolê. Hate ragihandin ku der barê Şenoglû de biryara destgîrkirinê ya ji bo sê rojan hatiye wergirtin.

HDK'ê bi rêya Twitterê daxuyaniyek weşand û ragihand, "Çerxa zilmê her digere. Hevberdevkê me Sedat Şenoglû destgîr kirin. Têkoşîna me ne tenê ji bo îro ye her wiha ji bo sibe ye. Em ê têk neçin."