Heval Paramaz ji aliyê hezaran ve hate bîranîn

Heval Paramaz ji aliyê hezaran ve hate bîranîn

Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ê ku berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji navçeya Kadikoy a Stenbolê ji aliyê hezaran ve hate bîranîn. Bi hezaran kesên ji Parka Yogurtçu heta Qada Îskele meşiyan gotina Nejat a “Her dilek hucreyek a şoreşê ye” kirin slogan û qîriyan. Her wiha dirûşmaya, “Em li ser şopa Paramaz in” hatin gotin.

Suphî Nejat Agirnasli li Kadikoya Stenbolê bi girseyî hate bîranîn, tevî dayik û bav Nejat Hikmet Acun û Nûran Agirnasli, hevalên wî, Hevserokê DBP’ê ya Stenbolê Emrullah Bingul, Hevserokê HDP’ê ya Stenbolê Şamîl Altan, Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy, gelek nûner û rêveberên HDP’ê, DBP, SKYP, SDP, KESK, SODAP, EMEP û Sosyalîstên Çerkez amade bûn. Di meşê de alên YPG û MLKP hatin hildan. Her wiha pankarta mezin a “Suphî Nejat bêmirin e” hate vekirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kobanê Suphî Nejat Agirnasli, Arîn Mîrxan, Serkan Tosun û tevayî şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane, bavê Nejat Hikmet Acun axivî. Acun diyar kir ku di demeke wiha de, ku êdî dest ji şoreşgeriyê hatiye berdan, Nejat çû Kobanê nîşanî her kesî da ka wê çawa bibin şoreşger. Acun diyar kir ku kurê wî Nejat weke şoreşgerekî çûye Kobanê û got: “Ew komunîst bû, ne radîkal bû." Acun diyar kir ku Nejat pirsa “Li Kobanê şerek ê hebûnê heye, ka em li ku ne” ji şoreşgeran pirsiye.

Acun da zanîn ku Nejat dosteke ji dil û dilsoz ê gelê Kurd bû û got: “Nejat di demek de ku tevgera Kurd bi tundî dihat rexnekirin, li Qendîlê bû. Gava her kesî tevgera Kurd rexne dikir, ew li Qendîlê li gel wan bû. Gava êrîş li dijî Kurdan pêk dihatin, Nejat li Kobanê bû. Nejat wiha bû û wiha çû.”

JI DAYIKÊ JI BO KURÊ XWE STRAN

Piştî Himet Acun, dayika Nejat Nûran Agirnasli strana ji bo kurê xwe got, her kes hestyar kir. Piştî dayika Nejat, Hevserokê DBP’ê yê Stenbolê Emrullah Bingul axivî û diyar kir ku Nejat dostê dilsoz û rast ê Kurdan e û  got ku berdela vê dostaniyê bi canê xwe daye. Bingul spasiya her kesên ku ji bo Şoreşa Rojava bedena xwe kirine mertal kir.

Piştî Emrullah Bingul, Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy axivî  û bi bîr xist ku Paramaz şehîdê tevahiya Rojhilata Navîn e. Ulusoy da zanîn ku Paramaz careke din mirovahiyê aniye bîra tevahiya mirovan û bal kişand ser girîngiya yekîtiya bindest, sosyalîst, komunîst, çep û Kurdan.

Di meşê de nameya ku Nejat ji bo hevalên xwe yên Zanîngeha Bogazîçî yê hiştibû hate xwendin û nameyên gelê di nobeta berxwedanê de û girtiyên ji doza MLKP’ê Hasan Polat û Muhabet Kurt hatin xwendin. Çalakiya bîranînê bi dirûşmaya, “Her dilek hucreyek a şoreşê ye” bi dawî bû.