"Heta 25'ê Cotmehê em seferber bibin"

Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Derveyî welat bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hilbijêran kir ku seferber bibin.

Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Derveyî welat bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hilbijêran kir ku seferber bibin.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Li derveyî welat, di navbera 8-25'ê Cotmehê de, wê ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê deng werin bikaranîn. Li Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Belçîka, Danîmarka û Bakurê Qibrisê wê di 8'ê Cotmehê de, li welatên din jî di demên ji aliyê YSK ve hatine diyarkirin deng werin bikaranîn."

Di daxuyaniyê de çalakiyên heta roja îro di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hatine lidarxistin hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin, ku heta 25'ê Cotmehê ji bo xwegihandina hilbijêran, ev çalakî dewam bikin.

Koordînasyonê da zanîn ku li her bajarî komîsyonên hilbijartinê yên HDP'ê heen û got, "Ji bo destekê bidin hilbijêran û bersivê bidin pêwîstiyên wan, wê komîsyonên me yên hilbijartinê 24 saetan xizmetê bidin."

Di daxuyaniyê de berxwedana gel a li Bismil, Farqîn, Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Gever, Gimgim û bajarên din ên li hemberî dîktatoriya qesrê, hat silavkirin û hat destnîşankirin, ku li dijî faşîzma qesrê wê berxwedana gel careke din bi ser bikeve. Koordînasyonê got, "Li hemberî şerê qesrê, wê berxwedana gel qezenc bike."

Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Derveyî welat, li dijî dîktatoriya AKP û Erdogan banga kombûna li dora HDP'ê kir û got, "Em bang li gelê xwe, demokratan û hemû mirovên alîgirê aştiyê dikin ku di sindoqê de hesap ji desthilatdariya tekparêz û faşîst a AKP û Erdogan bipirsin, deng bidin HDP'ê. Em bang li hemû pêkhateyên xwe dikin ku heta 25'ê Cotmehê seferber bibin û careke din dîktatoriya AKP'ê û Erdogan di sindoqê de têk bibin."