Hestên destpêkê yên dîl girtiyan

Hestên destpêkê yên dîl girtiyan

Amadekariyên berdana dîlên di destê HPG’ê de didome.  Dîlên li benda berdanê ne ji ajansa me ANF'ê re axivîn.  Eleqeya mezin a rojnamegeran li dijî Qadên Parastina Medya ku cihên dîl dê bên berdan heye.

Rojnameger eleqeyeke mezin nîşanê qadên Parastina Medya didin. Heyeta ku dê leşkeran bigirin, hatin cihên ku dîl bên berdan. Lê heyeta ku  li herêmê rawestandin rojanmegeran dîtin, ji herêmê dûr ketin û niha rewşê dinirxînin.

Dîlên di destê HPG’ê de derbarê rojê de ev nirxandin kirin.

Endamê qeymeqamtiyê Kenan Erenoglu: Dema em hatin pêvajoyek cuda dest pê kiribû, niha jî pêvajoyek cuda dest pê kir. Em di pêvajoyek baş de ne.  Pêvajoyeke erêniye. Tiştên ketin ser milê me, me kir. Niha em bi hewayek baştir vediqetin.  Ji bo ku hesreta malbata min diqede ez kêfxweşim.

Berbaz Abdullah Sopçeler: Ji bo ku ez digihijim malbata xwe kêfxweşim.  Tişta ku pêwist bû ev encam bû. bila bo her kesî ser xêrê be.

Polîs Nadîr Ozgen: Hêviya me eve ku pêvajo baş be.  Bila bi xêr be.  Me pêşveçûn ji radyoyê guhdarî kir.  înşalah dê baş be.

Leşker Hadî Gîzlî: Demek dirêj çêbû. Bila bi xêr be.

Leşker Ramazan Başaran: Hêviya min eve ku ev pêvajo bi baş be.

Leşker Reşat Çeçen: Hêviya min ewe ku aştî pêk were

Çawîşê Pispor Kemal Ekîncî: Pêvajo baş diçe. Bila ser xêrê be. Zarokekî min yên hêj nehatibû dinê hebû, ezê wî bibînim. Hesreta malbata min dê bi dawî be.

Çawîşê pispor Zîhnî Koç: Ez jî wek hevalên xwe kêfxweşim.