Heşdî Şebî li Şengalê dest bi operasyoneke nû kir
Heşdî Şebî, ku çend gundên navçeya Qeyrewan a Mûsilê, ku li başûrê Şengalê ye ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir, bi navê 'Şehîdên Şengalê' dest bi operasyoneke nû kir.
Heşdî Şebî, ku çend gundên navçeya Qeyrewan a Mûsilê, ku li başûrê Şengalê ye ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir, bi navê 'Şehîdên Şengalê' dest bi operasyoneke nû kir.
Navenda Çapemeniyê ya Heşdî Şebî li ser operasyonên li gundên navçeya Qeyrewan a Mûsilê, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku çend gundên Qeyrewanê ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin û hat gotin, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mûhammed Rûsûlûllah de bi navê 'Şehîdên Şengalê' operasyoneke nû hate destpêkirin.
Hat ragihandin, ku gundê Kubet Wehbî yê li bakurrojhilatê Qeyrewanê ye, bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Wekî din ji bo gundên ser bi bajarokê Beacê, ku li başûrrojhilatê Qeyrewanê ye, operasyon tê meşandin.
Li gorî vê yekê, gundê Elfîha yê li bakurê bajarokê Beacê û rêya navbera gundên Hatimiye û Koço yên li bakurrojhilatê bajarok in, hatiye kontrolkirin.