Heşdî Şabî berpirsê ÎTC’ê girt
Li Xûrmatûyê koma Esayîb El Heq a bi ser Heşdî Şebî ve, bi ser navenda Eniya Tirkmen a Iraqê de girt. Di serdegirtinê de bi sedema ku bi îstîxbarata Tirk re dixebite berpirsê ÎTC’ê Hesen Kerîm binçav kir.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bi dest xistine endamên koma Esayîb El- Heq a bi ser Heşdî Şebî ve, şevê dî bi sedema ku bi rêxistina Îstîxbaratî ya Tirk MÎT’ê re dixebitin bi ser bînahiya Eniya Tirkmen a Iraqê ya (ÎTC) Xurmatû de girtin.
Di serdegirtinê de berpirsê Xûrmatû yê ÎTC’ê Hesen Kerîm hate binçavkirin, dest li ser hemû alav û ewreqên avahiyê danîn.