Hesabên AKP-MHP’ê yên li ser Qendîlê!

Heke AKP-MHP 24’ê Hezîranê li Meclîsê kursiyên wan kêm bibin dibe ku biryara hilbjartina pêşwext bidin. Û ji bo ji hilbijartina pêşwext serkeftî derkevin tekane tişta hewce şerekî dijwar e. Mekanê şer jî wê bibe coğrafyaya Kurdistanê.

Ber bi hilbijartina 24’ê Hezîranê ve nîşaneyên ku desthilatdariya Erdogan wê hilweşe zêde dibin. Tekane hêviya Erdogan û ekîba wî ku demekê di rewşa ‘bêşer’ de hesab dikirin ku di hilbijartinê de bi ser bikevin û ji bo vê hewl didan, niha jî şer e.  Hedef jî weke her demê Kurd in.

Van rojên dawî gelek caran tê rojevê ku wê operasyonek li ser Qendîlê bibe. Lê hesabê van êrîşan ji zû de ye têne kirin. Li gorî daxuyanî û agahiyên ji kanên xwecih aliyê Kurd hay jê heye ku wê êrîşeke wiha bibe û haziriyên xwe jî li gorî vê dikin.

Rêveberiya Enqerê bi biharê re êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde kir. Li hin qadên li ser xeta sînor hin rewşên fiîlî çêkir û baregeh danîn. Hin deverên ku pê wiha dizanin ku gerîla lê ne ev bi mehan e tê bombekirin. Balafirên şer rojê 24 saetan diçin û tên.

Li gorî daxuyaniyên dawî yên HPG’ê hêzên gerîla ji bo ku nebin hedefa êrîşên hewayî li araziyê berbelav dibin. Artêşa Tirk jî piştî hin deverên ku zêde bombe dike, bi helîkoptêran leşkeran datîne. Her carê bi çavêriya balafirên şer û kefşê leşker têne danîn. Leşkerên ku li hin deveran têne danîn, bi desteka hêza hewayî mewziyan çêdikin. Gerîla jî derdora van mewziyan dipêçe û êrîşê dibe ser leşkeran. Dîmenên van çalakiyan van rojên dawî di Gerîlla TV e pir derkevin.

Ev geşedanên ku em behs dikin van 2 mehên dawî bi taybetî li qada Bradostê zêde dibin. Hêzên Tirk li van deran hin baregeh danîn lê rewşa şer didome.

Weke ku medyaya Tirk gotî ev der ne ew qasî nêzî Qendîlê ye. Bêhtir nêzî bajarokê Sîdeka ye. Artêşa Tirk bi mebesta ku xeta Xinêre-Sîdeka qut bike û li wir bi cih bibe êrîşê dibe ser vir. Wisa xuya dike ku havînê, heta payizê şer li vê herêmê wê bidome.

Cihê ku niha leşkerên Tirk lê ne ji jor ve dema binere 100 km dûrî herêma Qendîlê ye. Ji bo ku leşkerên Tirk bi bejahiyê biçin Qendîlê divê ji Soran, Çoman, Rewandiz û Diyanayê derbas bibin.Ev der wiha ne ku bi wesayitan mirov nikare biçe. Çiyayên asê yên herêmê û geliyên kûr mirov di kû re derdixîne ne diyar e.

Baş e artêşa Tirk vê nizane? Helbest dizane. Naxwe pirsa, ‘’Ji bo Qendîlê haziriya êrîşeke çawa tê kirin’’ bi girîngiya xwe dertê holê. Tê gotin bi êrîşên hewayî, suîqastê û revandinê dixwazin tiştinan bikin. Tê gotin ji bo îstîxbaratê xwe avêtine ber linge DYA’yê jî. Heke pêkan be dixwazin tiştekî wiha beriya hilbijartinê bikin û bandorê li ser encamên hilbijartinê bikin. Lê zor e ku mirov bikaribe bibêje ku dikarin bi ser bikevin.

Li gel vê, ne ku haziriyên operasyoneke berfireh a li ser çiyayê Qendîlê tine. DYA (ji bo têkiliyên bi Rûsyayê re û di ber hin rewşên Sûriyê de) çav dide Tirkiyê lê Bexdayê jî destnîşan dike. Enqere li benda avabûna rêveberiya Bexdayê ye.

Her wiha bêyî Îranê nikarin nêzî Qendîlê bibin. Ji ber ku Qendîl bi giştî bi Îranê re sînorê xwe heye. Ji bo Îranê rewş zêdetir tevlîhev e, ji ber ku êrîşeke wiha ya li ser hêzên Kurd, dibe ku ji bo Tehranê hin arîşeyan bîne ku, ku di vê demê de hîç pêdiviya wê pê tine.

PDK ji duh ve ji êrîşeke wiha razî ye. Hêzên dî yên Kurd xwedî helwest in. Rayedarên KCK’ê dibêjin beriya hilbijartinê dibe ku her cure êrîşê bînin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû ku ji ANF’ê re axivîbû, gotibû, ‘’AKP dibe ku her cure êrîşê bîne. Lê ku êrîşê bînin Kurd dibe ku vê veguherînin serkeftinên mezintir.’’

Li gorî rayedar û medyaya Tirk ti nemaye ku bigihin Qendîlê. Hin ‘pispor’ên ku li ser nexşeyê jî nizanin Qendîl li kûderê ye, dibêjin PKK’ê hêzên xwe şandine Şengalê. Bêguman ji bo yên ku bawer dikin rêya çar şerit wê bibin fezayê hîç ne girîng e bê ka wê ji Qendîlê çawa biçin Şengalê. Di weşeneke beriya niha de baxçeyê qeymeqamiya Çelê mîna ku kampa Zapê be dabûn. Di vê hêlê de serkeftî ne, divê mirov heqê wan nexwe.

Di demeke nêz de ku li mintiqeyeke Başûrê Kurdistanê alayekê biçikênin û di televizyonan de bi rengê ku Qendîl be, bidin, wê nebe surprîz. Û wê hewl bidin vê beriya hilbijartinan bikin. Beriya hilbijartinan kuştina leşkerên xwe jî dikarin tim bînin rojevê. Kes dernakeve û nabêje, ‘’Hûn kengî û çawa gihan Qendîlê ku 200 km dûrî sînorê me ye û 3 caran li Qibrisê ye.’’

Wê vê bikin ji ber ku li hundir pêdiviya wan bi bi şerê psikolojik heye. Nikarin rojevê diyar bikin, nikarin aboriyê bi ser hev de bînin. Ji bo ku dengan bistînin nikarin girseyan qanih bikin. Lê bi gotina, ‘’em operasyonê li Qendîlê dikin’’ dixwaze rojeva şer li ser civakê, li ser hemû dînamîkên siyasî ferz bikin.

Vê planê wê piştî 24’ê Hezîranê jî bidomînin. Heke AKP-MHP 24’ê Hezîranê kursiyê wan li Meclîsê kêm bibin dibe ku biryara hilbijartina pêşwext bidin. Û ji bo k udi hilbijartina pêşwext de bi ser bikevin pêdiviya wan tenê bi şerekî dijwar heye. Mekanê şer jî wê coğrafyaya Kurd be. Ango plana 7’ê Hezîrana 2015’an wê ‘uptade’ bikin. Wê ji civakê re bibêjin, ‘’Em di şer de ne û di şer de pîlot nayên guhartin. Lê li cihê ku dane ber xwe ne pêkan e ku bi ser bikevin. Bi zêdekirina asta şer tenê dikarin têkçûna xwe nêztir bikin.  Li medyaya şerê taybet her çendî çîrokên cuda werin gotin jî ‘serfiraziyên’ wiha wê bibe bombeyek li ser sifreya Enqerê.