Hesabê şaş wê ji Efrînê xira bibe

Di rojên pêş de em ê bibînin bê ka kî wê çi bibêje û çi bike lê Efrînê ya xwe got: "Hesabê şaş wê ji Efrînê xira bibe!"

Bi taybetî piştî ku DYA’yê biryar da ku çekan bide YPG û biryar hate standin ku operasyona Reqayê bi hevkariya QSD’ê ya bi pêşengiya YPG-YPJ’ê û DYA’yê pêk were polîtîkaya Rûsyayê li dijî Kurdên Rojava nîşaneyên guherînê dan. Ango diyar e ku Rûsya ji ber hevkariya DYA-Kurdan a li dijî DAIŞ’ê  ne kêfxweş e. 

Herî dawî jî piştî ku DYA’yê beriya bi neh deh rojan  got Esad xwe kar dike ku çekên kimyewî bi kar bîne, gef li Esad xwar û peyama ku ew dikarin êrîşê bi ser Esad de bînin, bi carekê re mijara dagirkirina Efrînê kete rojevê. Ango dema ku DYA’yê Esad hedef nîşan da Rûsyayê jî doqikê Tirkiyê şanî Kurdan û DYA’yê da û got, ‘’heke tu bi ser Esad de werî ez ê jî Tirkiyê bi ser Efrînê de bişînim û herêmê tevlîhev bikim.’’

Di navbera van du geşedanan de nûçeyek derkete holê ku  li gorî vê nûçeyê DYA’yê gotiye, wan babeta Esad bi hêviya Rûsyayê ve hiştine. Çi qasî rast e nayê zanîn lê heke di navbera DYA-Rûsyayê de axaftineke wiha bûbe ev tê vê wateyê: DYA ji bo demeke dî jî dibe ku bela xwe di Esad nede û li gorî vê jî dibe ku Rûsya dev ji şantaja xwe biqere û Tirkiyê  li ser Efrînê weke doqikekî çavtirsandinê bi kar neyîne. Ango heke DYA di mijara Esad de gavekê ber bi paş ve bavêje Rûsya jî dibe ku gavekê bi paş ve bavêje. 

DYA wê ji bo demekê Esad ji hedefê derxîne an na û Rûsya wê Tirkiyê li dijî Efrînê weke şantaj, çavtirsandinê bi kar bîne yan na ne diyar e lê ya diyar ew e ku duh gelê Efînê nîşan da ku ti hêzek nikare li ser maseyê, li ser Efrînê hesabên biçûk bike, ti hêzek nikare dewleta Tirk weke doqikekî têxe destê xwe, pê gefan li Kurdan bixwe, şantajê li Kurdan bike û bibêje, ‘an hûn ê werin ser polîtîkaya min an jî ez ê hefsarê Tirkiyê berdim û Tirkiyê  bi ser we de bişînim’. Her wiha gelê Efrînê bi meşa xwe ya mezin a duh mesajeke xurt da Emrîkayê û çi hêzên ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser Efrînê bêdeng in jî. 

Gelê Efrînê duh rabû ser piyan û giyanê mezin ê berxwedaniyê nîşanî wan hemû hêzan da ku li ser Efrînê hesaban dikin, şantajê dikin û gefê li Kurdan dixwin. Ango gelê Efrînê duh ev mesaj bi rengekî vekirî da: ‘’Em heta neferê xwe yê dawî amade ne ku dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, serê xwe ji ti hêzê re, ji ti polîtîkayê re natewînin û em ê bi berxwedana mezin hemû hesabên we li we vegerînin.’’

Diyar e ku hemû hêzên ku li ser Efrînê hesaban dikin piştî meşa duh a gelê Efrînê wê careke dî li hesabê xwe vegerin û ji nû ve li ser hesabê xwe bifikirin. Ji ber ku gelê Efrînê duh nîşan da ku ew dikarin hemû hesaban xira bikin. Çawa ku berxwedana Kobanê hemû hesab û hevsengên li ser Sûriyê, Iraqê, Rojava xira kirin û kir ku hevsengên nû werin danîn û di navenda hevsengan de çawa ku niha ew vîna Kobanê diyarker e, gelê Efrînê jî duh bi meşa xwe ew peyam da hemû hêzan ku ew bi berxwedana xwe  dikarin hemû hesab û hevsangan li bin guhê erdê bixin û hewldana dagirkirina Efrînê wê li herêmê bibe destpêka guherînên mezin.

Di rojên pêş de em ê bibînin bê ka kî wê çi bibêje û çi bike lê Efrînê ya xwe got: ‘Hesabê şaş wê ji Efrînê xira bibe!’’