Hêrsa li dijî komkujiya li Geverê didome

Hêrsa li dijî komkujiya li Geverê didome

Çalakiyên şermezarkirina qetilkirina 2 welatiyên Geverê ku ji aliyê polîsan ve pêk hat, berdewam dikin. Kuştina Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin li navendên Çardêran, Seray, Pirsûs, Mêrdîn, Wan û gelek navendên din hatin şermezarkirin. 

Di 6'ê Kanûnê de li Geverê, polîsan mudaxaleyî girseya ku şikandina gorên endamên HGP'ê şerezar kirin kir û Mehmet Reşît Îşbilir û biraziyê wî Veysel Îşbilir qetilkirin. Di 7'ê Kanûnê de polîsan mudaxaleyî girseya ku cenazeyên 2 welatiyan defin kir, kir. Di mudaxaleyê de jî welatiyê bi navê Bêmal Tokçu birindar kirin. Rewşa Tokçu her diçe xetertir dibe. Ji bo kuştina 2 welatiyan li navendên Çardêran, Seray, Pirsûs, Mêrdîn, Wan û gelek navendên din hatin şermezarkirin. 

Di çalakiyan de nûnerên KESK, MAZLUMDER, TUYAD-DER YODER, MEYA-DER û gelek saziyên sivîl ên civaki amade bûn. Komên li hev kom bûn siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Veysî Îşbîlîr û Reşît Îşbîlîr nemir in", "Qatil polis ji zaningehan bicehime", "Ey şehîd xwîna te erdê namîne", "Bijî Serok Apo" qêriyan. Di çalakiyê de sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Komên li hev civiyan alên PKK û KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. 
Komên ku daxuyani dan piştî daxuyaniyê çalakiyên rûniştinê pêk anîn û bilav bûn. Di hemû daxuyaniyan de kuştin hat şermezarkirin û hat xwestin ku kujer bên dîtin darizandin.