Herî kêm hezar û 107 kes hatin binçavkirin

Herî kêm hezar û 107 kes hatin binçavkirin

Di çalakiyên bi piştgiriya bo berxwedana Taksîmê de pêk hatin de li seranserê Tirkiyeyê herî kêm  hezar û 107 kes hatin binçavkirin.

Çalakiyên li Stenbolê ketin roja 7’emîn.  Pevçûnên ku herîz êde li Enqere, Edene, Antalya, Îzmîr û Stenbolê pêk hatin de li gorî ÇHD û baroyan hezar û 104  hatine binçavkirin.

Tê diyar kirin ku hejmara kesên li Enqereyê hatine binçavkirin 500 derbas kiriye.  Parêzer ji ber nekarin bikevin avahiyên polîsan, bîlanço jî nayê zelalkirin. Bedewariya parêzeran a li ber Midûriyetê didome.

Li Edeneyê 409 kes hatin binçavkirin. Ji vana 116 heb zarokin.  Zarok hatin berdan û teslîmê malbatan hatin kirin. Her ji kesên hatine binçakvirin 17 heb hatin berdan û rojek beriya wê kesên hatibûn binçavkirin jî tê payîn îro derxînin dadgehê.

Li Stenbolê jî bîlançoya rojekê 176 e.  Ji binçavkiriya 160 serbest hatine berdan û li gorî agahiyên baroya Stenbolê 16 kes hatine binçavkirin.

Li Antalyayê jî 32 kes hatin binçavkirin.  Tê gotin ku dê hejmara binçavkirinan zêdetir be.