Herî kêm 70 cenazeyên çeteyan birin Reqa
Herî kêm 70 cenazeyên çeteyan birin Reqa
Herî kêm 70 cenazeyên çeteyan birin Reqa
Çeteyên DAIŞ ên ji 15’ê Îlonê vir ve li Kobanê êrîşên xwe yên dagirkirinê didomînin, li hemberî hêzên YPG’ê windahiyên mezin didin. Di çar rojên dawî de hat diyarkirin zêdetirî 70’ê cenazeyên çeteyan birine nexweşxaneyeke li Reqa.
Li gorî ajansa nûçeyan a Fransa AFP’ê diyar kir ku Çavdêrên Mafên Mirovan ên Sûriyeyê diyar kiriye di çar rojên dawî de ji Kobanê zêdetirî 70 termên çeteyên DAIŞ birine nexweşxaneyek li Reqa.
AFP bal kişand ser şer ku tax bi tax weke şerekî gerîlayan ê nav bajêr didome û diyar kir çeteyên DAIŞ ên rastî berxwedanek dijwar hatin roja Şemiyê hêzeke nû ya teqwiyeyê şandine Kobanê.
Navenda Çapemeniya YPG’ê îro bi daxuyaniyekê ragihand şeva Şemî-Yekşemê di şerên li çar eniyan herî kêm 50 çete hatine kuştin û gelek nuqte ji çeteyan hatin rizgarkirin û hat diyarkirin 3 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyê din di çalakiyên YPG’ê yên li herêma Cezaa li hemberî çeteyên DAIŞ 20 çete hatin kuştin.