Herî kêm 368 karker ji ber vîrûsa koronayê mirin

ÎSÎG'ê ragihand ku di nava 8 mehên şewbê de herî kêm 368 karkerî jiyana xwe ji dest dan.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (Meclîsa ÎSÎG) têkildarî karkerên ku di dema vîrûsa koronayê de jiyana xwe ji dest dan, raporek amade kir.

Di raporê de hate ragihandin, tevî ku nexweşê destpêkê yê bi vîrûsê di 11'ê Adarê de hate ragihandin, ji bo tenduritiya karkeran tedbîrên bingehînî nehatin wergirtin û hate gotin, "Di nava 8 mehan de bi deh hezaran karker bi nexweşiya bi vîrûsa Covîd-19 ketin, bi dehan hevalên me jiyana xwe ji dest dan."

KARKER HERÎ ZÊDE LI STENBOL, ENQERE Û AMEDÊ JI BER VÎRÛSÊ MIRIN

Di raporê de hate destnîşankirin ku hejmara rastî ya mirovên ji ber vîrûsê mirine nayê eşkerekirin û hate diyarkirin, ku li gorî agahiyên ji çapemeniyên xwecihî, hevalên karkeran ên kar û rêxistinên tenduristiyê hatin wergirtin, di navbera 11'ê Adarê û 10'ê Mijdarê de herî kêm 368 karkerî ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku herî zêde li Stenbol, Enqere û Amedê karkeran jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê li Stenbolê 108 karkeran, li Enqereyê 25 û li Amedê jî 21 karkeran jiyana xwe ji dest dan.