Herford û Kobanê bûn şaredariyên hevkar

Piştî ku şaredariya Frîedrîcshaîn-Kreûzberg a Berlîna Elmanyayê û şaredariya Dêrikê ya Rojava bûn hevkarên hev, ji bo hevkariya di navbera Herford û Kobanê jî gav hatin avêtin.

Li bajarê Herfordê yê Elmanyayê demek berê Înîsîyatîfa Hevkariyê ya Herford-Kobanê hatibû avakirin. Yekîtiya Sendîkaya Elmanan (DGB) û Sendîkaya Zanist û Perwerdehiyê ya Elman (GEW) jî di nav de gelek, saziyên Kurd û Elman di nav organîzasyonê de cih digirin.

Herford a ku 66 hezar nifûsa wê heye û li Eyaleta Vestfalya Rena Bakur de ye, gelek koçber lê dijîn. Ji bo avakirina pira di navbera Herford û Kobanê gav hatibûn avêtin. Projeya hevkariyê çend roj berê pêşkêşî Meclîsa Şaredariya Herfordê hate kirin.

Li gorî nûçeya Zubeyde Polat ya di serwîsa Elmanî ya ANF’ê de ye, ev proje hate dengdan û qebûlkirin. Ji xeynî partiya rastgir a AfD’ê hemû endaman ji bo projeyê dengê ‘erê’ dan.

Tê payîn ku wê şaredariya Herfordê ji bo bicihanîna pêdiviyên Kobanê alîkariyê bide. Di heman demê de şaredariya Herfordê dixwaze sûdê ji modela şaredariyê ya pirçandî û pirzimanî ya Kobanê werbigire. Tê diyarkirin ku tecrubeya xwerêveberiyê ya ku xwe dispêre wekheviya jin û mêran bala rêveberên bajêr ên Herfordê dikişîne.

Di Hezîrana borî de, di navbera Dêrika Rojavayê Kurdistanê û navçeya Frîedrîchshaîn-Kreûzberg a Berlînê de jî xebatên dostaniyê, fermî bûbûn. Peymana hevkariyê ya di meclîsên şaredariyan de hate qebûlkirin, bi tevlêbûna şaredaran hatibû îmzekirin.