Her şev agirê Newrozê geştir dibe

Her şev agirê Newrozê geştir dibe

Agirê Newrozê ku îsal bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji gelê Kurd re statû" bê pîrozkirin ji niha ve her şev li dehan taxan bi coş û tevlîbûnek gelek mezin tê pîrozkirin. Her şev agirê Newrozê geştir û gurtir dibe. Newroza ku îsal li 129 navendan bê pîrozkirin, coşek mezin belav kiriye. Şevê din li navçeyên Sultangazî, Gazîosmanpaşa, Bagcilar yên Stenbolê, Cizîr, Dêrik, Bismil û Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hat pîrozkirin.

SULTANGAZÎ

Rêxistina BDP Sultangazî li Parka Heykel ya taxa Gaziyê bi tevlêbûna 2 hezar kesan Newroz pîroz kir. Di Newroza ku jin û zarok bi cilên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn pankarta "Ji Rêber Abo re azadî hemû ciwan rabin ser piyan" vekirin. Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di newrozê de li ber agirê Newrozê govend hat gerandin û stran hatin gotin. Serokê BDP'a Sultangazî Mecit Akgun diyar kir ku, dê roja yekşemê li Qada Kazliçeşmeyê Newroza mezin pîroz bikin û bang li her kesî kirin ku bi coşek mezin tev li Newrozê bibin. Piştî axaftinan şahiya muzîkê pêk hat. Pîrozbahiyê heta derengê şevê berdewam kir.

GAZÎOSMANPAŞA

Rêxistina BDP'a Gazîosmapaşa jî li Parka Mehmet Akîf ya li taxa Karadenîzê pîrozbahiya Newrozê pêk hat. bi sedan kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Li qada Newrozê "Cejna Azadiya Gelan Newroz pîroz be" vekirin û alên kesk, sor û zer vekirin. Di pîrozbahiyê de fîşekên hewayî hatin avêtin û govend hat gerandin. Di pîrobahiyê de endamê Meclisa BDP'ê Hasan Vural diyar kir ku, rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekiriye rêya aştiyê ye û xwest her kes li vê rêyê xwedî derkevin. Pîrozbahiyê heta derengê şevê berdewam kir.

BAGCILAR

Li taxa Demirkapi ya Bagcilarê jî bi sedan welatiyan destpêkê agirê Newrozê pêxistin û bi rêzgirtinê dest bi pîrozbahiyê kirin. Li qada pîrozbahiyê pankarta "Cejna Azadiyê Newroz pîroz be" hat vekirin û alên Konfederalizmê hatin bilindkirin. Ciwanan bê navber siloganên "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin" qîr kirin. Şahiya Newrozê heta derengê şevê bi govendê bi dawî bû.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî pîrozbahiya Newrozê ya bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji Gelê Kurd re Statû" pêk hat. Bi hezaran welatî li taxên Alibey û Dagkapi kom bûn û Newroz pîroz kirin. Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê li taxa Alibeyê li tenişta Medreseya Sor Agirê Newrozê pêxist. Girsê bê navber siloganên "PKK gele, gel li vire" û "Bijî Serok Apo" û "Ji Ocalan re azadî" qîr kirin. Girsê di pîrozbahiyê de "Çerxa şoreşê" xwendin û heta derengê şevê Newroz pîroz kirin.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî Newroz li gundê Enteriyê pêket. Bi sedan welatiyên tev li pîrozbahiya Newrozê bûn siloganên "Bijî Serok Apo" qîriyan. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Wekîlê Şaredara Derikê Dogan Ozbahçecî diyar kir ku, Newroza 2013'an dê bibe pîrozbahiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Kurdistanê. Girsê di pîrozbahiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" ve "Bijî Newroz" qîr kir. Girseyê di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin heta derengê şevê govend gerandin.

FARQÎN

Li navçeya Farqîna Amedê agirê Newrozê li taxa Tekelê ji aliyê sedan kesan ve hat pêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de endam û rêveberên BDP'ê, şaredarên BDP'î û nûnerên sazyên sivîl jî amade bûn. Bi sedan welatiyên ku li hev kom bûn, bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" bilind kirin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Di pîrozbahiyê de banga Newroza 17'ê Adarê hat kirin.

BISMIL

Meclisa Jinê ya BDP'a Bismilê jî bi şîara "Ji Ocalan re ezadî, ji gelê Kurd re statû" Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya Newrozê de bi hezaran jin amade bûn. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî tevlî pirozbahiyê bû û Newroz pîroz kir. Bi hezaran jinên ku li gundê Kooperatifê kom bûn, alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Girseyê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Ocalan", "Newroz pîroz bê" û "PKK gele, gel li vire” qîrk kirin. Jinan agirê Newrozê pêxist û li dora Agirê Newrozê govend gerandin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka BDP'ê ya Bismilê Gurbet Yalçinkaya diyar kir ku, ew dê li berxwedana Sakine Cansiz û hevalên wê xwedî derkevin û bilind bikin.

Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku, dê Newroza îsal bikin Newroza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya gelê Kurd. Piştî axaftinan jinan bi tilîlî û stranan li dora agir govend gerandin. Koma Aram Tîgran û Koma Kesk û Sor a di bin baneyê Navenda Çand û Hunerê ya Bismilê de xebatan dimeşînin stran gotin.