Her sê daxwazên di deklerasyonê de ji bo demokratîkbûnê şertin
Her sê daxwazên di deklerasyonê de ji bo demokratîkbûnê şertin
Her sê daxwazên di deklerasyonê de ji bo demokratîkbûnê şertin
Sê daxwazên di deklerasyona hevsrokatiya Konseya Rêber a KCK’ê de hatiye aşkerakirin ji aliyê hiqûqnas û kesên di heyeta Aqilmendan de cih girtine piştgirî girt. Her sê daxwaz jî wek şerta sereke hatin dîtin û hiqûqnasan da zanîn ku ger ev daxwaz neyên cih ne mumkune ku mirov behsa muzakereyê bikin û divê AKP demildest van daxwazan bîne cih.
Endamên heyeta Aqilmendan û hiqûqnasan ji ANF’ê re axivî û diyar kirin ku her sê daxwaz jî rewa ne. Engîn Cînmen, da zanîn ku divê şertê Xweseriya Rêberiya Herêmî ya Yekitiya Ewropayê bê îmzekirin. Kezban Hatemî jî da zanîn ku daxwaz rewane û mafê perwerdehiya zimanê dayikê nayê astengkirin. Alî Bayramoglu got ger ev daxwaz neyên cih ne mumkune mirov behsa muzakereyê bikin. Baskın Oran jî redkirina xweseriyê tê wateya domandina asîmîlasyonê. Riza Turmen jî nasname nayên ferzkirin û got bihêlin kes xwe çawa didin nasîn bila wisa bidin nasîn.
CÎNMEN: DIVÊ ŞERTÊ XWESERIYA RÊVEBERIYA HERÊMÎ BÊ ÎMZEKIRIN
Ergîn Cînmen destnîşan kir ku daxwazên Konseya Rêbeberiya KCK’ê yên rewa û mafdarin û got ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê ev bên kirin.
Cînmen da zanîn ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê wek şîrê dayikê ye û got: “Divê zimanê her kesî bê qebûlkirin. Divê ev bê nîqaşkirin û divê çawa bikeve jiyanê bê nîqaşkirin. Di mijara şertê xweseriyê de jî, divê Şertê Xweseriya Rêverberiya Herêmî ya Yekitiya Ewrppayê bê îmzekirin. Ji sedî 90’ê endamên Yekitiya Ewropayê ev îmzekirine. Ligel ku Tirkiyeyê jî îmze avêtiye vê peymanê di 10 xalan de ev bi sînor kiriye.
MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ KES NEKARE ASTENG BIKE
Ji heyeta Aqilmendan Kezban Hatemî jî da zanîn ku her sê daxwazên ku di deklerasyona KCK’ê de cih girtine daxwazên herî rewane û lê makeqanûna heyî dest û lingan girê dide. Hatemî destnîşan kir ku divê ev sînorkirin demildest bên rakirin. Li gorî ku em dibînin serokwezîr sererastkirinên îdarî kirine û îradeya siyasî danîne holê. Lê ji bo sererastkirinên qanûnî du sê xal wek dihat payîn nehat cih. Hikûmeta AKP’ê ku em li bendê bûn nekir.
Alî Bayramoglu jî got her sê daxwazên deklerasyona KCK’ê rewane û got divê ev daxwaz di pakêtê de cih bigirtana lê mixabin cih negirtin. Divê ev daxwaz demildest bikevin jiyanê û ger ev pêk neyên ne mumkune mirov behsa muzakereyê bikin.
ORAN: REDKIRINA VAN DAXWAZAN BERDEWAMA ASÎMÎLASYONÊ YE
Baskin Oran da zanîn ku redkirina perwerdehiya zimanê dayikê, berdewama asîmîlasyonê ye û got: AKP beriya hilbijartinan nekare pêngavên radîkal bavêje û ditirse. AKP piştî bû dewlet şûnde ew bixwe asîmîle dibe. Tiştên kemalîzmê kiriye, ew dubare dikir. AKP ji xwe ne demokrate. Du taybetiyên AKP’ê hene. Ya yekemîn ji ber ku ne bi înate, ew derfetê dide. Ya duyemîn ji ber muhafazakarî û oldariyê piştî nokteyekê mirov nekarin pêşve biçin.
MA KURD BIYANÎNE ZIMANÊ WAN TUNE BÊ HESIBANDIN
Riza Turmen got her sê daxwaz jî mafdarin û got pirsgirêka kurd, pirsgirêka nasnameyê û pirsgirêka zimane û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de daxwaz rewane. Turmen wiha got: “Mafê zimanê dayikê mafekî rewaye. Astengiya herî mezin ya li dijî vê mafî xala 42’emîn ya Makeqanûnê ye. “
Turmen got ku li welatê ku nasname tên ferzkirin de mirov nekarin behsa demokrasiyê bikin û kes ji kesî re nekare bêje tu tirkî, tu divê bibî, ev.