Her roj 5 hezar kes Sûriyeyê terk dike

Her roj 5 hezar kes Sûriyeyê terk dike

Komîsertiya Bilind a Penaberên Netewên Yekbûyî (UNHCR) diyar kir ku, her roj 5 hezar kes ji ber pevçûn û krîzê Sûriyeyê terk dikin.

Berdevkê UNHCR Adrîan Edwards li Cenewreyê daxuyaniyek da û diyar ku, 787 hezar Sûriyeyî ji aliyê wan ve wekî penaber hatin qeydkirin û da zanîn ku, bi taybetî ji meha kanûnê heta niha zêdebûneke gelek mezin çêbûye. Di meha kanûna 2012’an de hejmara penaberan 515 hezar hatibû vegotin.

Edward destnîşan kir ku, her roj nêzî 5 hezar kes Sûriyeyê terk dikin û got qeyda wan ya penaberiyê jî gelek demê digire. Edward wiha got: “Berê daxwazên qeydên rojan bi çend sed kesan sînor bû lê îro bi hezaran kes serî lê didin.

Erdwads wiha pê deçû: “Ji meha çile şûnde UNHCR’ê ji ber krîz kûrtir bû kapasîteya qeydan û alîkarî zêde kiriye. Em hewldanên mezin didin. Em ligel Sûriyeyiyên qeyd kirine, ji bo yên nekirine jî alîkariyê didin.”

NY’ê di meha kanûnê de daxuyaniyek da û diyar kir ku, heta hezîrana 2013’an dê hejmara penaberên Sûriyeyê ji bo çar welatan bigihêje 1,1 milyonî.