Her rengê berxwedanê ji bo me cihê rûmetê ye

Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de ye: Li me meraqan nekin. Me xwe dane ber berxwedanê. Her rengê berxwedanê ji bo me bi şeref e.

Yek ji 15 girtiyên koma destpêkê ya rojiya mirinê Îhsan Bûlût e. Bavê Îhsan Bûlût Ahmet Bûlût diyar kir ku ew hurmetê nîşanî îrade û biryara kurê xwe dide û bal kişand ser girîngiya piştgiriya gel.

Yek ji 15 girtiyên destpêkê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan kete rojiya mirinê Îhsan Bûlût e. Îhsan Bûlût li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê hiştin. Malbata wî ji navçeya Berwarî ya Sêrtê ye. Sala 1999'an di dema valakirina gundan de ji ber ku cerdevanî qebûl nekir, koçî Edeneyê kir. Li nava malbata ji 9 kesan, zarokê 5'emîn e ku sala 1992'an li Berwariyê ji dayik bû. Zarokatiya wî li Edeneyê derbas bû. Bûlût ku di zarokatiyê de bala wî li ser futbolê bû, piştre bi hunerê re eleqedar bû. Piştî ku bû 16 salî, cihê xwe di nava karê hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de wergirt. Di heman demê de xwendina xwe jî domand.

XWENDEKARÊ FAKULTEYA HIQÛQÊ BÛ

Bûlût di hemrê ciwantî de xwe bi pêş ve bir û dema xwe ji bo zanîngehê amade kir, bi tercîhekê mafê xwendina li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çûkûrovayê bi dest xist. Piştî Komkujiya Roboskî sala 2011'an di çalakiyeke protestoyî de hate girtin, 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Li ser îtirazê ji nû ve hate darizandin û biryara berdana wî hate dayin. Piştre bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 7 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û sala 2015'an hate berdan.

BIRÎNDAR KIRIN Û PIŞTRE EW GIRTIN

Ji be rku hevalê wî yê li girtîgehê Seyîthan Dede bi fîşeka polîsan jiyana xwe ji dest da, Îhsan Bûlût çû Geverê ji bo tevlî sersaxiyê bibe. Polîsan gule berdan kesên li sersaxiyê û ji her du lingên xwe bi giranî birîndar bû. Bi mehan tedawî dît. Lingê wî yê rastê baş bûye, lê lingê Îhsan Bûlût ê çepê bi 4 cm'yan kurt bûye. Hîn tedawiya Bûlût bi dawî nebû, ew ji nû ve xistin girtîgehê.

XWE JI BERXWEDANÊ VENEGIRT

Doza ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" lê hatiye vekirin didome. Îhsan Bûlût li Girtîgeha Girtî Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, Girtîgeha Girtî Tîpa F a Kirikkaleyê û Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê hate hiştin. Piştre gelek caran tevlî greva birçîbûnê bû. Greva birçîbûnê ku 1'ê Adarê dest pê kir, 30'ê Nîsanê veguherand rojiya mirinê.

HURMETÊ NÎŞANÎ ÎRADEYA WAN DIDIM

Malbat ku ji ber pirsgirêkên madî nikare timî biçe dîtina kurê xwe, her hefte bi rêya telefonê agahiyê werdigire. Bavê Îhsan Bûlût Ahmet Bûlût got, "Xalên Îhsan li Wanê ne. Mala wan ava, her hevdîtina vekirî ew diçin serdanê. Ji bilî kêmkirina kîlo, niha pirsgirêkek kurê min nîne. Ji dema dest bi rojiya mirinê kirine û vir ve rewşa wan nebaş dibe. Îradeya wan e. Ez hurmetê nîşanî îradeya wan didim."

'ME MERAQ NEKIN'

Ahmet Bûlût diyar kir ku kurê wî di axaftina dawî de ya bi telefonê jê re gotiye, "Me meraq nekin. Me xwe dane ber berxwedanê. Her rengê berxwedanê ji bo me bi şeref e. Bila gelê me me bibihîze. Piştevaniya gel nebe çalakiya me bi ser nakeve."

'MAFÊN ME JÎ HENE'

Ahmet Bûlût diyar kir, berî ku şehadet rû bidin divê bersiv ji daxwazên girtiyan re bê dayin û bang li parêzvanên mirovahiyê û demokrasiyê kir: "Mafên me jî hene. Bila mirovên me tenê ji ber daxwaza xwe ya mafên xwe nemirin. Bila kes bêdeng nemîne û mirovên me jiyana xwe ji dest nedin. Ya ku mafê her kesî ye, çima li Kurdan qedexe ye? Her kesên ku wijdan pê re hebe, wê li dora daxwazên Kurdan bigihêjin hev."

KUREKÎ WAN JÎ LI NAVA REFÊN GERÎLA YE

Ahmet Bûlût diyar kir, kurekî wan jî li nava refên gerîla ye û got, "Îhsan her ku bi telefonê digere, li wî jî dipirse. Ji bo têkoşînê em bi malbatê xebitîn. Çi berdêl pêwîst bû me ew da. Jiyana herî azad û wekhev dibe ku herî zêde mafê wan e. Lê belê daxwazên wan tên astengkirin. Ez bi biryara Îhsan û hemû zarokên xwe re me. Min ti carî ji wan re negot 'na'. Îro jî piştgiriyê didim biryara wan."