Hemwelatiyên Azad komkujiya 12’ê Adarê bibîranî
Hemwelatiyên Azad komkujiya 12’ê Adarê bibîranî
Hemwelatiyên Azad komkujiya 12’ê Adarê bibîranî
Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan li devera Binarey Qendîl şehîdên komkujiya Qamîşlo bi bîr anî.
Li herêma Binarey Qendîl Meclîsa Giştî ya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan bi wesîleya komkujiya Qamîşlo, daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dîrokê de gelê Kurd hertim rasta komkujî, kuştin û zexta neyaran hatiye û wiha hate gotin; “Wekî ku tê zanîn 10 sal di ser komkujiya Qamîşlo de derbazbûye ku di encamê de bi dehan Kurdan jiyana xwe ji dest da û bi sedan jî hatin girtin. Lewra em şehîdên Qamîşlo bibîrtînin, serê xwe li hember wana ditewînin, serxweşiyê li malbatên wana didin û di heman demê de piştgiriya xwe jibo Şoreşa Rojavayê Kurdistanê didin diyar kirin.”
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêz û partiyên Kurdan hat kirin ku piştgiriya xwe ji bo Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bidin diyar kirin û di aliyê maddî, manewî û siyasî de erkê dikeve ser milê wana bînîn cih. Di dawiya daxuyaniyê de sersaxi ji gelê Kurd û Gelê Qamîşlo re hate xwestin.