Hemdaniye û Bertilla ji destê DAIŞ'ê hat derxistin

Artêşa Iraqê navçeya Hemdaniye ya li başûrrojhilatê Mûsilê û bajarokê Bertilla yê li bakurrojhilatê bajêr ye, kontrol kir.

Yekîneya Zirxî ya 9. a Artêşa Iraqê, navenda navçeya Hemdaniyeyê ya li başûrrojhilatê Mûsilê, ku piraniya şêniyên wê Xiristiyan e, ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxist.

Di heman demê de tîmên antî terorê yên bi navê 'Hêza Zêrîn' a artêşê, tevî yekîneyên dildar ên Xiristiyan, bajarokê Bertilla yê li bakurrojhilatê bajêr kontrol kirin, ku li vir bi giranî Êzidî û Xiristiyan dijîn.

Li navçeya Hemdaniye û bajarokê Bertillayê, gelek maşînên zirxî tên bicihkirin.

Navçeya Hemdaniye bi 30 kîlometreyan, bajarokê Bertilla jî bi 20 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Mûsilê ne.