Hembêza xwe bi vî rengî ji Kobaniyan re vekirin: 64 kes hatin dersînorkirin
Hembêza xwe bi vî rengî ji Kobaniyan re vekirin: 64 kes hatin dersînorkirin
Hembêza xwe bi vî rengî ji Kobaniyan re vekirin: 64 kes hatin dersînorkirin
Serokkomar, Serokwezîr û rayedarên hikûmetê di her firsendê de radibin dibêjin, "Em xwedî li Kobaniyan derdikevin, hembêza xwe ji wan re vedikin." Lê ji 261 Kobaniyên ev 9 roj in li Pirûsê dîl tên girtin 64 jê, duh nîvê şevê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi lez û bez hatin dersînorkirin.
Ji 261 Kobaniyên di 6'ê Cotmehê de bi daxwaz û erêkirina rayedarên Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin, lê belê dîl hatin girtin 64 ji wan hatin dersînorkirin. Bi rojane bi rayedarên herêmî û hikûmetê re hevdîtin tên kirin, lê belê tevî soza "em ê wan berdin" jî nehatin berdan. Kobaniyên di nav şert û mercên xerab de dîl hatin girtin duh serî rakirin û weke nerazîbûna li vê pêkanîna xerab, derî û camên Salona Sporê ya Girtî ya Pirsûsê ku lê dihatin ragirtin, şikandin. Piştî ku bûyer hat bihîstin, wekîlên HDP'yî hatin salonê, bi rayedar û dîlgirtiyan re hevdîtin kirin û bi dîlgirtiyan re li salona sporê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Wekîlên HDP'yî her wiha hevdîtinên xwe yên bi rayedarên hikûmetê re zêde kirin û ji wekîlan re hat ragihandin ku rewşa dîlgirtiyan wê di Desteya Wezîran de bê nirxandin û encamek wê jê derkeve. Di hevdîtinên piştî civîna Desteya Wezîran ên bi rayedarên hikûmetê re, hat ragihandin ku hemû dîlgirtî wê bên dersînorkirin. Wekîlên ev rewş qebûl nekirin û nerazîbûn nîşan dan, careke din dest bi hevdîtinan kirin. Di encama trafîka hevdîtinan de hat diyarkirin ku yên dixwazin vegerin Kobanê wê bên şandin û yên dixwazin bimînin jî wê rewşa wan îro zelal bibe.
Li ser vê yekê yên xwestin vegerin Kobanê navê xwe di lîsteyê de nivîsandin. Ji 261 Kobaniyên ku di nav de zarok, jin, extiyar û rojnamevan jî hene, 64 kesan navê xwe di lîsteya polîsan de nivîsandin. 3 kesên berê dîl hatin girtin û piştre hatin berdan jî navê xwe li lîsteyê nivîsandin. Dîlgirtiyên ku li salona sporê piştî xwendina navê wan yek bi yek îmze avêtin, wêneyên wan hatinj kişandin. Piştî kişandina wêneyan 64 dîlgirtî li mînîbusan hatin siwarkirin. Rapora li ser dersînorkirina 64 kesan, ji aliyê parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Faysal Sariyildiz û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk ên li salona sporê çalakî lidar xistin, hat îmzekirin. Dîlgirtiyên li 6 mînîbusan hatin siwarkirin, nîvê şevê saet di 02:00 de ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve hatin şandin. Dîlgirtiyên ku bi nîşaneya serketinê ji salona sporê derketin, di tevahiya rê de dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" qîriyan.
Dîlgirtiyên gihaştin deriyê sînor, bi lez û bez saet di 02:30 de bi nîşanên xwe yên serketinê derbasî Kobanê bûn. Kobaniyî li deriyê sînor ji aliyê hêzên asayîşê yên kantonê ve hatin pêşwazîkirin.
Kobaniyên dîlgirtî, piştî ku li bajêr şer dijwar bû di 6'ê Cotmehê de ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas bûbûn. Kobaniyên ku bi agahdarî û erêkirina rayedaran derbas bûn, ji ber derî ew biribûn Lîseya Fen a pirsûsê. Dîlgirtî ku 4 roja li vir bi bêhiqûqî hatin ragirtin, derket holê ku rastî pêkanînên xerab û îşkenceyê hatine. Dîlgirtiyên ku ji aliyê ekîbeke taybet a ji Enqereyê hatî timî dihat lêpirsîn, piştre ew biribûn Salona Sporê ya Girtî ya Pirsûsê. Li vir lêpirsîna dîlgirtiyan dewam kir û hînê di nav şert û mercên xerab de tên ragirtin. Tevî ku di hemû hevdîtinên bi rayedarên hikûmetê û herêmî de soz hat dayînk u wê bên berdan jî, ev soz bicih nehatin anîn. Dîlgirtiyan nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û duh derî û camên salona sporê şikandin. Ji dîlgirtiyên di nav şert û mercên xerab de tên ragirtin 160 jê di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê hînê dewam dike. Tê gotin ku di binê çavan de 200 Kobaniyî hene. Tê payîn ku rewşa dîlgirtiyan îro zelal bibe.