Helwesta li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk didomin

Kurdistaniyên li Ewropayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, komkujiyen wê bi çalakiyan şermezar dikin.

Piştî ku dewleta Tirk êrîş bire ser konvoya sivîlan a ku diçû Efrînê û gelek kes kuştin û birîndar kirin Kurdistanî li gelek navandên Ewropa daketin qadan û çalakî kirin.

MONTPELLÎER

Li Fransa Montpellîerê Kurdistanî li meydana Comedîeye komkujiya sivîl a li Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de gelek danezanên derbarê êrîş û komkujiye hatin belavkirin. Dirûşmên ‘kujer Erdogan’, ‘Efrîn wê ji Erdogan re bibe goristan’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ hatin berzkirin.’’

PARÎS

Kurdistaniyên li paytext Parîsê êrîşên dewleta Tirk û komkujiyên wê bi çalakiyan şermezar kirin. Çalakiya li ber kûleya Eiffelê kete roja duyan. Di çalakiyê de dowîzên hilweşandinê yên dewleta Tirk ên li Efrînê hatin hildan û her wiha wêneyên şehîdên şervanên enternasyonalîst jî hatin hilgirtin.

Çalakvanan bêdengiya welatên Ewropa ya li bara êrîşên dagirker ên dewleta Tirk jî şermezar kirin. Li ber sefareta Rûsya çelenga reş hate danîn.

RENNES

Li Rennes a Fransaya Rojava Kurdistanî saet 16.30’an li Place de Columbîa hatin dem hev û êrîşên dewleta Tirk bi meşekê şermezar kirin.

Çalakvan heta bi Franca 3 TV meşiyan û li vir bi rayedarên TV’yê re axivîn, dosyayeke têkildarî êrîşan û komkujiyên sivîlan ên ku dewleta Tirk kirine dane wan.

Kurdistaniyan bêdengiya welatên Ewropa şermezar kirin û xwestin û çapemenî di vê mijarê de bihistyar be.

MARSÎLYA

Li Marsîlya Kurdistanî li meydana Cabebîere hatin cem hev û bêdengiya Fransa û Ewropa ya li bara êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin.

 Di çalakiyê de posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û hate gotin li Efrînê dewleta Tirk li ser sivîlan komkujiyan dike û divê raya giştî bihistyar be.

ÇALAKIYA HEVPAR A BI PARTIYA KOMUNÎST RE

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê dostên Kurdan dibin pêşengtiya Partiya Komûnîst a Fransa û  Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo balê bikêşin li ser êrîşên bi ser Efrînê rêze çalakî lidar xisitn. Li salona çalakiyê alên PKK û YPG, wêneyên şervanên li Efrînê şehîd bûbûn hatin daliqandin. Li ser navê Partiya Komûnîst a Fransayê axaftin hate kirin û durûtiya dewletên Ewropa hate rexnekirin. Çalakî bi nîşandana filmzê “keçên şer” ku qala şoreşa jinen Kurd dike bi dawî bû.

ATÎNA

Lİ Atînayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Kurdistanî li para Academîayê hatin cem hev û bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ heta bi sefaretxaneya Tirk meşiyan.

LONDRA

Duh Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li balefirgeha herî giring ya paytexta Îngiltere Londrayê balefirgeha Heathrow çalakî lidar xistin. Çalakî nêzî seatekê dom kir û dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ , ‘Londra hişyar be, mirovahî tê qetilkirin’ , ‘Şer rawestînin, Efrîn emin em Efrînin’ , ‘Kujerê sivîl û zarokan Erdogan ji Efrînê derkeve’ hatin qîrkirin. Qenala televîzyonê ya Îngîlîz jî çalakî weşand û têkildarî komkujiyên sivîlan agahî hatin belavkirin.

BREMEN

Li Bremenê ya Elmanya bi pêşengiya rêxistina ciwanan çalakiyek hate kirin. Ciwanan derbarê êrîşên ser Efrînê belavok belav kirin. Çalakiya nobetê ku rojan wê bidome sibe saet 12.0’an bi mîtîngekê wê bi dawî bibe.

FREİBURG

Li Freîbûrg a Elmanyayê Kurdistanî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li meydana Alte Synagoge hatin cem û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi dirûşman, bi meşeke ber bi navenda bajêr ve şermezar kirin. Di çalakiyê de hate gotin di encama êrîşên dewleta Tirk de heta niha bi sedan sivîl hatin kuştin û rîska komkujiyên heye. Her wiha hate gotin bi çekên Elmanya û welatên Ewropa li Efrînê mirov têne kuştin û hate xwestin ku nebin hevkarê sûcên Tİrkiyê û çekdan nedin Tirkiyê.

REES

Li Rees a Elmanya bi Kurdistanî saet 17.30’an li Rees Busbanhofê hatin cem hev û bi meş û mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

 Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û hate gotin dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê komkujiyan dike.

MUNÎH

Kurdistanî û dostên wan êrîşa dewleta Tirk a li ser konvoya sivîl ku diçû Efrînê li ber Sefaretxaneya Tirk şermezar kir. Di çalakiyê de hate gotin heta ku êrîş bisekinin wê li qadan bin.

STUTTGART

Kurdistanî li Schloss Platzê ku ev 35 roj in çalakiya nobetê lê hebû êrîşa dewleta Tirk a li ser konvoya sivîlan ku diçûne Efrînê şermezar kir.

Di çalakiyê de hate gotin Erdogan teorîst e, Elmanya fînanse dike û Erdogan bombe dike.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê jî bi pêşengiya ciwanan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermearkirin. Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber stesyona trênê ya Stadeyê şermezar kirin.

ULM

Li Ulmê ya Elmanya ji hêla ‘Platforma Ulm û Derdora wê ya Xwedîderketina li Efrînê’ çalakiyeke hate organîzekirin. Pankartên ‘Artêşa Tirk ji Kurdistane bicehime’, ‘Merkel dide, Erdogan dikuje’ hatin vekirin. Platformê diyar kir ku çalakiyên wan wê bidomin.

CINÊV

Li Swîsre li gelek navendan Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Kurdistanî li ber avahiya NY’ê hatin cem hev û bêdengiya NY’yê ya li bara êrîşên Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin, bang li NY’yê kirin ku bir ola xwe rabe.

BASEL

Bi pêşengiya Ciwanên Azad li Basel li ber stesyona trênê Kurdistanî hatin cem hev û komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kirin.

AARAU

 

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan Aurauyê Kurdistanî li stesyona navendî ya Aurauyê hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.  Di çalakiyê de hate gotin bêdengiya li bara êrîşên dewleta Tirk dibe hevkariya bi komkujiyan.

BERN

Li Swîsre Bernê bi banga Platforma Berxwedana Efrîn-Rojava Kurdistanî li Bahnhofplarzê hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Kurdistaniyan gotin ,’Erdogan destê xwe yên bi xwîn ji ser Rojava û Efrînê bikişîne’, ‘Dîktator Erdogan’’.

ST.GALLEN

Li St. Galenlê ya Swîsreyê jî êrîşên dewleta Tirk ên dagirker ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Çalakî bi dirûşma ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan’ heta êvarî li ber stesyona navendî ya St. Gallanê dom kir.