Helwesta hikumeta Elman wê li Berlînê bê şermezarkirin
Li dijî qedexekirina sembolên Kurdan li Elmanyayê, wê roja 14'ê Mijdarê li paytext Berlînê mîtîngek were lidarxistin. Platforma Azadî û Demokrasiyê ya Berlînê ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kir.
Li dijî qedexekirina sembolên Kurdan li Elmanyayê, wê roja 14'ê Mijdarê li paytext Berlînê mîtîngek were lidarxistin. Platforma Azadî û Demokrasiyê ya Berlînê ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kir.
Platforma Azadî û Demokrasiyê ya Berlînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, hikumeta Elman qîma xwe bi destekkirina polîtîkayên dîktator ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve nîne, di ser re zextên li dijî saziyên Kurdan zêde kiriye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hikumeta Elman ji bo ber dilê faşîzma AKP'ê xweş bike, roja 14'ê Mijdarê li Berlînê civînekê li dar dixe û hat gotin, "Di vê civînê de ku saziyên pêwendîdar û wezîrên karên hundir ên eyaletan wê lê amade bin, em zanin ku wê mijara dijwarkirina polîtîkayên qedexekar ên li dijî Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê bê nirxandin."
Platformê diyar kir ku weke saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman ên demokrat ew ê bi rêy amîtînga xwe bixwazin ku dest ji van biryarên qedexekar ên şaş, antî-demokratîk û bêhiqûqî bê berdan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo em daxwazên xwe bigihînin mûxatabên xwe yên dicivin, bang li her kesî dikin ku tevlî mîtîngê bibin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mîtîng bi dirûşma "Azadî ji Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re, dawî li qedexekirina sembolên Kurdan bînin" tê lidarxistin û ji gel û dostên li bakurê Elmanyayê bi taybetî li Berlînê dijîn hate xwestin ku tevlî mîtîngê bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku bi gotina, "Rê ji faşîzmê re nîne, No Pasaran!" em bang li hikumeta Elman dikin ku li nirxên demokratîk vegere.
Li gorî daxuyaniyê, dem û cihê çalakiyê bi vî rengî ye:
Dem: 14'ê Mijdara 2017
Saet: Navbera 13:00 - 16:00 - Mîtîng
Cih: Brandenburger Tor, Berlîn