Hêlîna berxwedêran: Geliyê Bekaayê

Geliyê Bekaayê ku demekê weke biryargeha navneteweyî ya rêxistinên berxwedanê yên Filîstîn, Kurd, Turkiyeyî bû, niha hema bêje li her bihosta xaka wê mal, wargeh tên çêkirin, kon tên veda, bax û baxçe tên çêkirin.

Nûrî û Selîm; du zarokên Kurd ên li Geliyê Bekaa yê Lubnanê dijîn. Beriya salên dûr û dirêj, ji, bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê koçberî Lubnanê bûne. Kadroyên pêşeng ên PKK’ê ku destpêka salên 1980’î çûyî Lubnanê nas kirine û hema bêje bûne şahîdê hemû xebatên wan ên li wê derê. Kadroyê ku destpêkê nas kirî jî pêşengên PKK’ê Kemal Pîr ê ku di çalakiya grevabirçîbûnê ya berxwedanê zindanmê de şehîd bûyî Kemal Pîr e. Nûrî û Selîm, kedkarên herî dawî yê Akademiya Mahsum Korkmaz a li Geliyê Bekaayê ne…

Geliyê Bekaayê, an jî El Bekaa. Herêma herî stratejîk a di navbera sînorên Lubnan, Sûriye de ye. Herêmeke kûr, dirêj û dewlemend e. Herema ku erdên hundir ên Lubananê û çiyayên li ser sînorên Sûriyeyê êdigihijin hev û ji Beyrûtê nêziktirî Şamê ye… Taybetmendiya herî girîng a geliyê Bekaayê ew e ku xwediyê ekosîstema xwe bi xwe ye. Herêmeke rengareng, dewlemend û ji bo cotkariyê destdayî ye. Hema bêje her cure sewze û fêkî lê çêdibin. Lewre Geliyê Bekaayê niha bûye qadeke mezin a debar û jiyanê. Bajarok, gund û kampên penaberan ku di salên dawî de zêde bûne… Li vê derê hema bêje erdeke vala nemaye. Trafîka rêya Şam û Beyrûdê jî zindîbûneke dîtir li herêmê zêde dike. 

Ji bo gelên herêmê girîngiyeke cuda ya dîrokî ya Geliyê Bekaayê heye. Salên 1970-80’î herêm bêtir di bin serweriya Filîstîniyan de dima. Erdên Filîstînê yên hatî dagirkirin sînorên Geliyê Bekaayê ne. Lewre Bekaa bûye ‘sînorê Îsraîlê’ jî. Girên Golanê, dikevin başûrê Gelî. 

Kampên ku Filîstîniyan salên 1970’î ava kirî hema bêje vala ne. lê belê penaberên ji Sûriyê hatî, li gelek deverên Geliyê Bekaayê, di kampên konanan de dimînin. Geliyê Bekaayê niha bi gelemperî di bin serweriya hêzên Hîzbûllahê de ye. Nexasim sînorê Îsraîl û Sûriyeyê bi giştî ji hêla Hîzbullahê ve tê parastin. Bêguman Hîzbullah li van deran eşkere tevnagere. Hêzên çekdar ên Hîzbûllahê pîranî ‘nepenî’ ne, lê belê herêmê kontrol dikin. Hêzên milîs ên Hîzbûllahê jî di her qada jiyanê ya herêmê de xwedî bandor in.

BAJARÊ BAALBEK

‘Bajarê Baalbek’ yek ji bajarê herî dîrokî yê herî girîng ê Lubnan, heta yê Rojhilat, dikeve bakurê Geliyê Bekaayê. Baalbek ku senteza çandên Fenîke û Romayê ye û weke ‘bajarê herî bi heybet ê cîhanê’ tê binavkirin, navenda turîzma herêmê ye. Dîroka 5 hezar salî ya Baalbekê hema bêje bibe kavil jî, ji bo geştyaran hê jî cihê herî balkêş ê geştê ye. Navê bajêr; ji xwedayê ’Baal’ ê Fenîkeyiyên ku qewmekî Derya Spî ne, tê. Di pîrtûkên dîrokê de tê nivîsîn ku Yewnanan ji vê derê re gotiye Heliopolis. Tê texmînkirin ku bajarê Baalbekê nêzî du qirnan hatiye avakirin. 

Baalbek ku hinek lêkolîner weke ‘bajarê herî razwer ê cîhanê’ bi nav dikin, di cîhanê de kevirên herî mezin ên blok li vê derê ne. Li hin deran kevirên ku bi giraniya 500- 1500 tonî hene. Lê belê hê nayê zanîn ku ev kevir çiqas di bin erdê de ne. perestgeha Jupîter a li Baalbekê ji 84 stûnên 22 mîtro bilind pêk tên. Lê belê niha ji van stûnan tenê 6 heb mane. 

Sala 1984’an ji hêla UNECO’yê ve Baalbek ketibe bin parastinê jî, di şerê sala 2006’an de di encama bomberbarandinê de zerereke mezin dîtiye. Lê belê çakkirin û nûkirin, di heman demê de serdanên bajêr didomin. 

GIRÎNGIYA BEKAAYÊ YA JI BO KURDAN

Geliyê Bekaayê, di dîroka gelê Kurd de xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Lewre salên 1980’î kampên navendî yên PKK’ê li vê derê bûn. Tê zanîn ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê destpêka sala 1980’î hatine vê derê. Di nav koma PKK’ê ku cara yekem çûyî herêmê û xebatên kampê meşandî de, Kemal Pîr jî heye. Kampa ku weke ‘Kampa PKK’ê’ tê zanîn, li ser sînorê Sûriyeyê di geliyekî biçûk de ye. Ev der hema wêdetirî Gundê Helve ku weke gundê Durziyan tê zanîn e.

Ev qada ku PKK’ê heta sala 1992’an weke kamp bikar anî, niha aliyekê wê hêzên Hîzbûllah û aliyekê leşerên Sûriyeyê hene. Herêm weke ‘Herêma Leşkerî’ hatiye îlankirin û ji sivîlan re girtiye. Ji bo ku mirov bikeve vê derê, divê mirov hem ji Hîzbûllahê, hem jî ji artêşa Sûriyeyê destûr bigire; lewre dibe ku mirov bibe armanca êrîşên her du aliyan jî.

Aqûbeta şehîdgeha PKK’ê ya vê derê nayê zanîn. Li şehîdgehê 16 gor hene. Herî dawî beriya du salan serdan lê çêbûye.

 

Nûrî û Selîm, ji roja destpêkê heta roja dawî şahidiya hatina PKK’ê ya li herêmê kirine. Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan û hema bêje hemû kadroyên pêşeng ên PKK’ê nas dikin. Xebatên PKK’ê yên li Geliyê Bekaayê, destpêkê bi naveke cuda tên kirin. Lê belê piştî ku fermandarê efsanewî Egîd (Mahsum Korkmaz) 28’ê Adara 1986’an li Gabarê şehîd dibe, navê wî lê tê kirin. Xebatên PKK’ê ku bi navê ‘Akademiya Mahsum Korkmaz’ derbasî dîrokê bûyî, di encama peymana di navbera Sûriye û Tirkiyê de, zextên kirin û sala 1992’an kamp tê girtin. 

Her çiqas Akademiya Mahsum Korkamaz a li Geliyê Bekaayê hatibe girtin jî, bandora PKK’ê ya li herêmê hê jî didome. Hêj du-sê sal beriya niha li gund û bajarokên herêmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 60-70 hezar îmze tên berhevkirn. 

Geliyê Bekaayê ku demekê weke biryargeha rêxistinên berxwedanê yên Filîstîn, Kurd, Tirkiye û rêxistinên şoreşger ên cîhanê bû, niha hema bêje li her bihosta xaka wê mal, wargeh tên çêkirin, kon tên veda, bax û baxçe tên çêkirin. Rageşiya di navbera Hizbûllah-Sûriye û Îsraîlê de didome jî, kêlî bi kêlî bandor li herêmê dike. Lewre li herêmê tim tevgera hewayî heye.