Helebçeya Şehîd ji wê rojê şûn ve nekeniya
Helebçeya Şehîd ji wê rojê şûn ve nekeniya
Helebçeya Şehîd ji wê rojê şûn ve nekeniya
Dayê bêhna sêvan tê
Sist dibe laşê min
Û gelekî giran e hewa
Dayê
Helebçe çiqas bêdeng e
Di çavên te yên lal de digirî
Bigire destê min
Ji ser hişê xwe diçim
Bêhna sêvan tê dayê
Sor e asîman û toz e
Çima xewa te giran e wer?
Xwîşka min jî
Di vê dergûşa xwe de
Bûye kevir û spî ye rûyê wê
Ew çi ye wisa?
Çima kes tune ye li derve?
Yek hevalên min jî xuya nakin
Çima ber çavên min reş dibin wisa?
Çima sar e destê te wisa?
Çima tu bersivê nadî min?
Çima hêrs nabî tu?
Çima dayê bêje?
Helebçe, bajarekî qedîm, xweşik û ewqasî jî bi keser. Helebçeya Şehîd tê gotin, ji 16’ê Adarê sala 1988’an û şûnve. Asîmanê şîn di carekê de bi ewrên tijî xwîn tê girtin. Di kêliyekê de qewimî ew bûyer dengê balafirên şer bi armanca qetilkirina kurdan ji balafirgehên xwe rabibûn. Ewqasî bi lez ewqasî hovane û ewqasî ji derveyî mirovatiyê…
Dengê balafiran ku destpêkê asîman parçe dikir û paşê wekî erdhejekê erd dihejand û şûnde bêdengiyeke ku xwe ji mirinê pêçabû, di nav Helebçeyê de digeriya. Kolan bi kolan, mal bi mal can li erdê, beden li erdê û qîrîn di wê rojê de nedigihîştin tu kesê/î?
Ma rast bû gelo? Nexêr! Amerîka û Ewropa ku piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê soz dabûn hevdu wê êşan bi mirovan nedin kişandin, ji bo gelê kurd rewa û meşrû didîtin her tişt. Lewma destek didan dagirkerên ku Kurdistan kiribûn cihê girtin, êşkence, kuştin û qetlîaman.
Dermanê kîmyewî yê bi gotina Sedam li ser Helebçeya Şehîd hatibû bikaranîn ji aliyê wan hêzan ve ji Sedam re dihat şandin.
Bi hezaran kurd, zarok, ciwan, jin, dayik û bav, pîr û kal şehîd ketin li Helebçeya Şehîd û bi hezaran birîndar hebûn. Hîn jî bandora kîmyabaranê li ser mirovên wê herêmê heye; lewma zarok seqet tên cîhanê, nexweşiya pençeşêrê zêde bûye.
Êşew qasî dijwar bûn ku li Helebçeya Şehîd, ne peyv, ne awir ango tu hestên mirovan ên vê serdemê nikarîbûn îfade bikin, Li Helebçeyê çav ziwa bûbûn ji girî, deng ketibû ji qêrînan û êdî qidûmê tu kesê kar nedikir.
Ji wê rojê û şûn ve tu carî nekeniya Helebçe, di tenêtiyeke bêdeng de êş û janeke ku tu carî nayê cebirandin pê re ma û pê re dimîne tim. Di dîroka gelê Kurdistanê de dê Helebçeya Şehîd tu carî neyê jibîrkirin. Jibîrkirin xiyanet, jibîrkirin bêwefatî ye… Gelê kurd ê di felsefe û ramanên Rêber Apo de dîrok û jiyan nas kir û di xwe de şoreşa zîhniyetê ava dike, li ser esasekî ku tu hêz nikaribin wî ji holê rakin ber bi dahatûyeke azad ve diçe.
Gelê kurd, kesera xwe, êş û jana xwe di riya azadî û wekheviyê de li ber qeraxa çemê dahatûyê diçîne. Dê çivîkên asîmanê Helebçeya Şehîd, mizgîniya xêrê bigihînin zarok û dayikan…
Dê hêviyên zarokên Helebçeyê, bi dahatûyeke azad werin tacîdarkirin û dê newayên ji mirinê dûr xwe di awirên kolanan de bidin nîşandan.
Dê di çavên zarokeke kurdistanî de rengê azadiyê di ahenga asîmanê şîn de bi aramî bigire destê dayika xwe, bê tirs, bê şik û bê guman… Li her aliyên Kurdistanê bi awayekî ku tu şopa dagirkeran nemîne dê jiyanê di şahidiya stêrkan de bi awayekî ku layiqê tevayî şehîdên Kurdistanê be bi rê ve bibe. Dê civaka kurd bêyî ku ferq û cudayî di navbera mirovan de hebe, li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya cins û li ser esasê pergala Xweseriya Demokratîk pêşengiyê ji civakan re bike û dê bibe îlham û çavkanî ji pêkanîna hêviyên gelan re.