Helbestvan Mehmet Çetîn spartin axê

Helbestvan Mehmet Çetîn ê li Stenbol dihate dermankirin, rehmet kir li Dersimê spartin axê.

Helbestvan Mehmet Çetîn ê li Stenbol dihate dermankirin, rehmet kir li gundê Kizik a Pûlur a Dersimê spartin axê.

Merasîm li mala Çetîn a lê hate dinê û mezin bû hate kirin, li gel malbatê rêxistina HDP’ê, serokê şaredariya Dersimê Fatîh Mehemt Maçoglû, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hevalên wî yên helbestvan û hunermend tevlî bûn.

Li ser wesyeta Çetîn merasîm ji aliyê Ocaxa pîran Elî Ekber Fîrîk û Hayrî Şanli ve hate kirin û Zeynel Batar jî deyîş xwend. Piştre jî li gorî îbadetê cenazeyê Çetîn spartin axê.