‘Heke pêdivî bi bedel dayîn hebe em dê wê jî bidin’

‘Heke pêdivî bi bedel dayîn hebe em dê wê jî bidin’

Xwendekarê Zanîngeha Sêwasê yê li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê Îbrahîm Dengî bertek nîşanî cezayê li wî hatî birîn da û wiha got: "Li ser îfadeyên îtîrafkarekî li gel 8 hevalên min 133 sal ceza li me birî. Em baş dizanin ku, armanca biryara hatî dayîn çi ye. Heke pêdivî bi bedel dayîn hebe em dê wê jî bidin."

Xwendekarê Zanîngeha Cumhuriyetê yê Sêwasê yê bi komek hevalên xwe re di bin navê "KCK'ê hate binçavkirin û girtin. Girtiyê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê Îbrahîm Dengî, têkildarî doza rojên borî li Meletiyê hat dîtin û li gel 8 hevalên xwe rastî 133 sal cezayê girtîgehê hat, ji DÎHA'yê re name şand.

Dengî anî ziman ku, dema li benda serbest berdanê bûn li ser îfadeyên îtîrafkarekî rewşekî cuda derket holê û wiha got: "Li ser îfadeyên îtîrafkarekî bi 8 hevalan re di doza li Meletî me 133 sal ceza girt. Di îdîanameyê de çûna geştê, ji bo pirsgirêkên welat belavok belavkirin. meş li darixistin, stran gotin weke di nav rêxistibûna KCK'ê de cih girtin, hate nîşandan."

Dengî da zanîn ku, heta demek berê ji pirsgirêkên civakî re tu eleqeya wan a siyasî tunebû û wiha pê de çû: "Rewşa me gelekan wisa bû. Em zarokên gelên ji li ser axa xwe hatin derxistin, rastî îxanetê hatin, zulim dîtin, hatî qetilkirin û bê hêvî hiştin û nasnameya xwe nas nekin in. Hevalên me yên polîtîk tunene. Tenê me dixwend. Pişt re rojekê pirsek hate pirsîn û weke di pirtûka Orhan Pamuk de jî hatî gotin herîkîna jiyana me hate guherîn û êdî em vegeriyan mirovên difikirin. Pirs ev bû; 'Di dîrokê de çendcaran dem hate şikandin û çima di her demê de em li aliyê dema dişkest û ber bi zinar ve diçû dibûn?' Ligel em ji gelên vê erdnîgariyê yên herî kevnarin nasnameya me tuneye û sedema hêrasa şerê 30 sal in çî ye? Me jî bi meşên demokratik ji bo dîrok û çîroka xwe kire qêrîn. Ji kesên kevir diavêtin re 10 sal hatin dayîn lê di destê me de toza kevir jî tuneye."

Dengî destnîşan kir ku, di dema pêvajoya aştiyê heyî ceza ji wan re hate dayîn û wiha got: "Di dema agirbestê û hêzên PKK'ê vedikişin ev yek pêk hat. Em bi gûmanin. Em ji di jiyana mirovan bi bûyerên sivik û hêsan bi cezayên giran ên weke 133 sal ceza tên dayîn tên reşkirin diltirsin. Em baş dizanin ku, armanca biryara hatî dayîn çi ye. Heke pêdivî bi bedel dayîn hebe em dê wê jî bidin."