Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin bû 6 kes

Hejmara rojnamevanên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin bû 6 kes.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de yên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate meşandin, li Wan, Stenbol û Mersînê hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin zêde bû.

Rojnamevan Reyhan Hacioglû li Wanê, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş li Stenbolê, Vedat Oruç li navçeya Tarsûs a Mersînê hatin binçavkirin.

Welat Ekîn jî bi hinceta ku îfadeya wî bê wergirtin li Stenbolê hate binçavkirin.